Şêniyên gundê Şavûrayê: Em destûrê nedin ku zirarê bidin xwezaya me 2021-07-12 09:01:51     Rojda Aydin   SÊRT - Şêniyên gundê Şavûra yê Dihê bertek nîşanî HES’a duyemîn ku wê li ser Çemê Zorava bê çêkirin dan. Gundiyan anî ziman ku ew ê heta dawî têbikoşin û destûrê nadin ku zirarê bidin xwezaya wan.    Saziya Karên Avê ya Dewletê (DSÎ) û Şîrketa Anonîm a Hilberandina Enerjiyê ya Tîgrîsê li gel bertekên welatiyan di sala 2015’an de li ser Çemê Zorava yê di gundê Şavûra yê Dihê ya Sêrtê re derbas dibe, Santrala Hîdroelektrîkê (HES) çêkiribûn. Niha jî piştî HES’a heyî bi 5 salan tê xwestin 7-8 kîlometreyan dûrî ya heyî, yeke din çêbikin. Ji bo çêkirinö di 21'ê Adara 2019'an de hatibû îmzekirin.  Piştî îmzekirina projeyê gundiyan ji bo rawestandinê di 25'ê Nîsana 2019'an de serî li Dadgeha Îdarî ya Sêrtê dabûn û dadgehê jî di 30'hê Nîsanê de proje dabû sekinandin. Lê  fîrmayê guh nedabû  biryara dadgehê û karê xwe dewam kiribû. Gundiyan cardin serî li dadgehê dabûn û dadgehê di 10'ê Hezîrana 2019'an de dîsa proje dabû sekinandin.  Di danişîna dozê ya dawî ya li dadgeha Îdarî rapora ÇED'ê hat nîqaşkirin û ji sê endamên heyeta dadgehê dudoyan daxwaza ji bo betalkirina raporê red kir. Serokê dadgehê Mehmet Altay jî daxwaza ji bo redkirina raporê qebûl kir û rapor nehat betalkirin.   Dadgeha ku rapor betal nekir, mesrefa dadgehê jî xist stuyê gundiyan û 15 hezar TL deyndar kirin. Pışti biryarê gundiyan doz şandin dadgeha temîzjê.     ‘Em HES’ê qebûl nakin’   Ji şêniyên gund Zarîfe Batur(48), anî ziman ku ew naxwazin li gundê wan HES bê çêkirin û got: “Em naxwazin ku li ser axa me HES çê bikin. Ev gundê dayik, bav û zarokên me ne. Em ê xwedî axa xwe derbikevin û destûrê nedin ku HES’ê çêbikin. Em li gund ji xwe re fêkî û sebzeyan diçinin. Me bi destên xwe li gund dar çandine û gund bi şînahiyê xemilandine. Lê belê îro jî dixwazin gundê me tune bikin. Em vê qebûl nakin. Hes zararê din xwezaya me. Ev der cih û meskenê me ye. Ez li vî gundî hatime dinyayê û li vî gundê mezin bûm. Min zarokên xwe li ser vê axê mezin kirin. Gundê me di salên 90’î de sê caran hat şewitandin û xirapkirin. Lê belê me tu carî dev ji gundê xwe berneda. Em ê îro jî dev ji gundê xwe bernadin. Bi çêkirina HES’ê carekedin dixwazin gundê me tune bikin. Piştî ku gundê me ji aliyê dewletê ve hat şewitandin û em hatin koçberkirin careke din em hatin û me bi deste xwe ava kir. Em ê gundê xwe biparêzin.”   ‘Bila gundê me wêran nekin’   Adile Batur(66) jî destnîşan kir ku gundê wan gelek xweşe, lê dixwazin vê xweşikiya gundê wan tune bikin û wiha domand: “ Em ji gundê xwe gelek hez dikin. Em naxwazin HES’ê çê bikin. Min zarokên xwe vî gundê mezin kir. Gundê me gundekê xweş e. Em hemû tiştan bi destên xwe diçînin. Lê belê îro bi çêkirina HES’ê dixwazin  gundê me yê têr hêşnahî û av tüne bikin. Em HES’ê qebûl nakin. Em naxwazin ku ji bo HES’ê gundê me xir bikin. Bila destên xwe ji gundê me vekişînin.”   ‘Dixwazin welatê me bi HES û bendavan tune bikin’   Tugba Batur jî bi lêv kir ku gundê wan di aliyê xweza û erdnîgariyê de xwedî dewlemendiyek mezin e û wiha pêlda axaftina xwe: “Axa gundê me gelek dewlemend e. Zebze û fêkiyên gundê me ku em diçîn ji ber xwezayî ne gelek xweş in. Ava Çemê Zoravayê dema mirov vedixwe gelek xweş e û bi tem e. Ava çem gelek sare. Her wiha li Sêrtê cihê ger û seyranê bi tenê ev herêm e û dixwazin vê jî tüne bikin. Li ser vî axa ku ez mezin bûme dixwazin HES’ê çê bikin. Em vî tiştê qebûl nakin. Gundê me di salên 90’î de sê caran hat şewitandin. Lê me dev ji gundê xwe berneda. Me bi destên xwe gundê xwe carekedin ava kir. Dixwazin welatê me bi HES an û bi bendavan tune bikin. Dixwazin cihê me yê jiyanê tune bikin. Lê belê em serî li ber van tişan natewînin. Em ê li ber xwe bidin. Em naxwazin ku tiştên di salên 90’î de li gundê me hat jiyîn careke din pêk bê. Em ê xwedî gundê xwe derdikevin.”   ‘Ji bo berjewendiyên xwe dixebitin’   Kumrî Batur jî got ku ew naxwazin HES bên çêkirin û wiha berdewam kir. “Ger ku li ser axa me HES’ê çêbikin em ê bi ku ve biçin. Em dixwazin li ser axa xwe di nava xweşiyê de bijîn. Em vî tiştî qebûl nakin. Bi bendav û HES’an welatê me tune dikin. Li dijî van divê hemû gelê me bibe yek. Ji bo ku HES neyê çêkirin  serî li rayedaran da. Em jiyanek azad û wekhev dixwazin. Bi çêkirina HES’an dixwazin berê me bidin bajaran. Lê em ê destûrê nedin vî tiştê. Gundê me sê caran hat şewitandin, ev jî têr nekir û niha dixwazin vî tiştê bikin. Çima jiyana me dikin nav xetereyê. Dewlet  naxwaze ku cih û warê me hebe. Dewlet dibeje ku bila ji kurdan re tu tişt tüne be. Ji ber vê yekê bendav û HES’an li ser axa me kurdan çêdikin. Dixwazin di her aliyê de jiyana me asteng bikın. Naxwazin ku em kurd li ser axa xwe bijîn. Em jî dibêjin em vî tiştê qebûl nakin. Li ser Çemê Botanê bendav çêkirin û bi sedan gund di bin avê de man.  Em dest ji axa xwe bernadin.”