ROJEVA 12’Ê TÎRMEHA 2021’Ê 2021-07-12 09:00:00     * Ji parêzerên Navenda Mafên Jinan a Baroya Amedê Elîf Îpek Tîrenç Ulaş biryara ‘delîlên şênber’ yên di lijneya giştî de hat derbaskirin nirxand û got wê di alî jin û zarokan de rê li ber pirsgirêkên mezin vebike.   *Şêniyên gundê Şavûra yê Dihê bertek nîşanî HES’a duyemîn ku wê li ser Çemê Zorava bê çêkirin dan. Gundiyan anî ziman ku ew ê heta dawî têbikoşin û destûrê nadin ku zirarê bidin xwezaya wan. BI DÎMEN   *Di ser Komkujiya Geliyê Zîlan de 91 sal derbas bû û şahid diyar dikin ku hîna li wê herêmê gîha şîn nabe. Şêniyên herêmê çîroka ku nîfş bi nifş heta îro hatiye wiha vedibêjin: “Hîna hestî li wir in. Cenazeyên mirovan di germa rojê de, di serma zivistanê de terkî rizandinê kirin.”  BI DÎMEN   Endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê destnîşan kirin ku ew tecrîdê qebûl nakin û banga rakirina tecrîdê kirin. Dayikên Aştiyê wiha gotin: “ Vî welatî tenê aştîyeke mayînde dikare xelas bike û rêya wê jî ji Îmraliyê derbas dibe.”DÎMEN HEYE