Koma 104’emîn çalakiya greva birçîbunê ya li Mexmurê dewir girt 2021-07-11 11:24:03     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 206’an de bi koma 104’emîn didome.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbunê ya li wargehê îro di roja 206’an de bi koma 104’an bi awayek biryardarî didome. Beriya ku koma nü dest bi çalakiyê bike ji bo tevayî cangoriyên azadyê deqeyek rêz hat girtin.   ‘Divê em li her dere têkoşînê mezin bikin’   Li ser navê çalakvanan Qedrî Şîrîşeyî bi boneya 14 Tîrmehê şehîdên Kurdistanê bi bîr anîn û wiha got:” Em bi navê koma 103’an ya çalakvanên greva birçÎbunê li wargeha şehîd Rûstem Cûdî,hemû çalakvanên li Kurdistn û derveyî Kurdistanê slav dikin û serkeftinê dixwazın. Tecrîtek giran kirî li ser Rêbertiya me tê meşandin. Di şexsê Rêbertiya me de ev tecrît belavbuye seranserî Kurdistanê, her wiha her cihê ku Kurd lê dijîn tecrît tê meşandin. Beranberî vê tecrîdê weke Gelê Kurd Rêbertî û tevgera xwe di her qada jiyanê de veguhertiye qada tekoşînê. Em di qunaxeke dem dema azadiyê de ne û pêwiste li her cihê Gelê Kurd lê ye bikevin nava tekoşînê.  Gelê me ji hemu deman bêhtir di nava tekoşînê de ye,li her cihê ku Gelê Kurd ji bo pêşveçunê gavê bavêje weke şêniyên Mexmurê em li kêleka gele xwe ne. Em ji hemû Gelê Kurd,berxwedêrên zindanan û lehengên li serî çiyan şerdikin re serkeftinê dixwazin,berxwedana wan slav dikin û pîroz dikin.”   Mersîma dewergirtina greve bi dirkûşmên “Bijî Serok Apo”,”Bê serok jiyan nabe” bi dawî bu.