Dayikan ji Êlihê bang kirin: Bila tecrîd bi dawî be 2021-07-10 19:35:57     ÊLIH - Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê li Parqa Ataturkê daxuyaniyeke girseyî dan. Dayikan li gel hemû astengiyan daxuyanî dan û bang kirin ku êdî bila tecrîd bi dawî bibe.   Meclisa Dayikên Aştiyê ya Êlihê, ji bo balê bikişîne ser çalakiya greva birçîbûnê li Parqa Ataturkê xwestin daxuyaniyeke girseyî bidin. Ji gelek bajarên herêmê Însiyatîfa Dayikên Aştiyê beşdarî daxuyaniyê bûn. Her wiha Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Êlihê Feleknas Uca, Berdevka Meclîsa Jinan a HDP’ê Ayşe Acar Başaran û Hevseroka Giştî ya Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Salîha Aydenîz jî beşdar bûn.    Beriya daxuyaniyê qad ji hêla polîsan ve hate dorpêçkirin. Dayikên ku ligel hevdu civîyan bi dirûşma "Bijî berxwedana zindanan" bertek nîşan dan. Polîsan daxuyaniya dayikan asteng kirin û wan kirin du kom. Dayikan nêzîkatiya polîsan bi dirûşma "Bijî berxwedana dayikan", "Jin jiyan azadî" , "Em şer naxwazin aştiyê dixwazin" şermezar kirin. Lêbelê dayik ligel hemû astengiyan dîsa jî daxuyaniya xwe dan.    Di daxuyaniyê de pankarta " Dayik tecrîdê dişkînin, aştiyê ava dikin" vekirin. Her wiha dovîzên wekî; "Tecrîd sûcê mirovahiyê ye", " Têkoşîna jinê li her derê ye", "Têkoşîn jinê azad dike" û wêneyê Denîz Poyraz hate rakirin.   'Ji aştiyê ditirsin'   Di daxuyaniyê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Salîha Aydenîz axivî û destnîşan kir ku ji aştiyê û ji gotinên dayikan ditirsin. Salîha, got: " Îro dayikên ji her aliyê herêmê û bajarên Tirkiyeyê ji bo bidawîkirina tecrîd û grevên birçîbûnê hatine gel hevdu. Li  tevahî girtigehan çalakiya grevên birçîbûnê belav bûye. Îro girtî di bin şert û mercên gelek dijwar de li ber xwe didin. Ji bo bidawîkirina tecrîdê li ber xwe didin. Dayik jî îro ji bo rakirina tecrîdê ji bo aştiyeke mayînde li vir û daxwazên xwe berz dikin."   'Çareserî rakirina tecrîdê ye'   Salîhayê diyar kir ku çareseriya hemû pirsgirêkan rakirina tecrîdê ye û got: " Îro li girtigehan sûcê mirovahiyê tê meşandin. Hemû mafên girtiyan tê binpêkirin û li hemû girtîgehan girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest didin. Em dibêjin bes êdî li girtîgehan sûcê mirovahiyê pêk bên, bes e êdî dijminatiya li dij kurdan. Heya ku ew tecrîd xelas bibe û heta ku deriyê îmraliyê vebe em ê li qadan bibin."   'Pêdiviya me bi aştiyê û wekheviyê heye'   Li ser navê dayikan, Endama Meclîsa Dayîkên Aştiyê yê Êlihê Meyase Akdag axivî. Meyase wiha got; "Nahêlin em biaxivin, dixwazin devê me bigirin. Guhê xwe li me girtine. Pêdiviya me bi wan tune ye, pêdiviya me ji aştiyê û wekheviyê heye.  Bila pêşiya dayikan vekin, dayik mafên xwe dixwazin. Serkeftin ya hemû gelê kurd e. Dengê min dengê we ye."   Piştî daxuyaniyê girse bi dirûşman heta avahiya HDP'ê ya Êlihê meşiyan.