Adem Tayurak ê Ayşe qetil kir hat girtin 2021-07-10 17:11:19   AMED - Adem Tayurak ê Ayşe Tayurak ku dihat iddiakirin xwe întixar kiriye qetil kir, hat girtin. Di 8’ê Hezîranê de li Farqînê hatibû îddiakirin ku Ayşe Tayurak xwe întixar kiriye. Piştî agahiyên zarokên wê û malbatê parve kirin şûnde derket holê ku Ayşe ji aliyê Adem Tayurak ve hatiye qetilkirin. Piştî vê agahiya cara yekem ajansa me xwe gihandê, îfadeya zarokan bi rêya pedagogan hatibû girtin û zarokan diyar kiribûn ku Adem îlaç dane wan û wê şevê qet hişyar nebûne. Bi têkoşîna zarokên Ayşeyê û jinan Adem hat binçavkirin û îro hat girtin. Di dosyaya ku têkildarî wê de biryara nepeniyê hatiye dayin hat hînbûn hîn rapora otopsiyê derneketiye.