Polîsan êrişî kesên xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin Qada Galatasarayê, kirin 2021-07-10 13:28:38   STENBOL- Bi munasebeta salvegera Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hatibû û 33 kesî jiyana xwe ji dest dabûn endamên ESP Û SGDF’ê xwestin bimeşin Qada Galatasarayê. Polîsan  kesên xwestin ji bo Pirsûsê bimeşin Qada Galatasarayê, kirin bin çavan.    Partiya Sosyalîst a Bindestan (ESP), Federasyona Komeleyên Ciwanan a Sosyalîst (SGDF) bi munasebeta Komkujiya Pirsûsê ya di 20’ê Tîrmeha 2015’an de pêk hat û 33 kesî jiyana xwe ji dest dan bi dirûşma “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet” xwestin ber bi Qada Galatasarayê ve bimeşin. Girseya ber bi Kolana Îstiklalê ve meşiya pankarta “Ji bo Pirsûsê edalet ji bo her kesî edalet” vekir û dirûşma “Dê hesabê Pirsûsê bê pirsîn” berz kirin.     Polîsan êrişî girseya ber bi Qada Galatasarayê ve meşiya kirin. 6 kes bi îşkenceyê hatin binçavkirin.