Dê rojnamegerên kurd li ser êrişan guftugoyê bikin 2021-07-10 12:27:22   NAVENDA NÛÇEYAN - Dê Rojnamegerên kurd ên li derveyî welat bi dirûşma, “Yekîtiya netewî ya kurd garantiya têkbirina dagirkeriyê ye” li navenda televîzyona Aryen TV guftugoyekê ji çapemeniyê re vekirî pê bîne.   Dê rojnamegerên kurd ên li derveyî welat, ji bo pêşîlêgirtina êrişan, pêkanîna yekîtiya kurd û azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, wê îro bi saeta Ewropayê di 11.00’an de û bi saeta welat di 12.00’an de li navenda televîzyona Aryen Tv’yê ya li Stokholmê guftûgoyekê ji çapemeniyê re vekirî li dar bixin.   Di guftugoya rojnamegerên kurd a bi dirûşma, “Yekîtiya netewî mîsogeriya têkbirina dagirkeriyêye”  tê lidarxistin de , wê helwesta PDK’ê ya bi êrişakaran re hevkariyê dike jî bê nirxandin.   Wê ji derveyî rojnamegeran siyasetmedar, nivîskar, hunermed û hiqûqnasên kurd jî beşdar bibin.   Wê di forûmê de li ser girîngiya yekîtiya neteweyî, berxwedana têkoşerên azadiyê ya li dijî êrişên dewleta tirk were sekinandin.   Her wiha wê helwesta PDK’ê ya cihgirtina li gel êrişkaran jî were guftugokirin.   Ji bo çareseriya pirsgirêkên li Kurdistanê û herêmê jî, li ser zarûriyeta azadiya fizîkî ya Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan were rawestandin.   Bi taybet jî wê li ser zimanê ragihandina kurdî jî were axaftin û zimanê ku dikeve bin xizmeta yekîtiya neteweyî jî were gotubêjkirin.