‘Ne tenê rojnamegeran hemû civakê bê hilm dihêlin’ 2021-07-10 09:04:36   Gulîstan Azak AMED - Hevseroka DGF'ê Dîcle Muftuoglu diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li hember rojnamegeran didome û got ne tenê rojnamegeran dixwazin hemû civakê bê hilm, bê bîhn bihêlin. Li gorî Endeksa 2020’î ya Azadiya Çapemeniya Cîhanê di navbera 180 welatî de Tirkiye  di rêza 154’an de ye û li gorî Rapora Binpêkirina Mafan a li hember Rojnamegeran a Meha Hezîrana 2021’ê’ ya Komeleya Rojnamegerên Dîcle Firatê (DGF) herî kêm 68 rojnameger girtî ne.  Li gorî rapora meha hezîrana ku komeleyê aşkera kiriye 2 rojnameger hatine binçavkirin, 2 heb hatine girtin, 8 heb rastî êrîşê hatine, 2 heb rastî tehdîd û ferzkirina sîxuriyê hatine, di 7 bûyeran de pêşî li rojnamegeran hatiye girtin ku nûçeyan neşopînin, der barê 6 rojnamegeran de lêpirsîn hatiye vekirin, der barê 4 heban de doz hatiye vekirin, ji 3 rojnamegeran re 8 sal, 5 meh û 2 roj cezayê girtîgehê hatiye dayîn, di 34 dozan de 96 rojnameger hatine darizandin, rojnameger li girtîgehê rastî binpêkirina maf hatiye, RTUK’ê ceza da 3 weşanxaneyan,  21 nûçe, 2 malperên înternetê, 33 naverokên çapemeniya dîjîtal hatine astengkirin û rojanemgerek ji kar hatiye avêtin. Hevseroka DFG’ê Dîcle Muftuoglu der barê rewşa rojanemgerên li Tirkiyeyê de nirxandin kir. ‘Dixwazin binpêkirinên maf veşêrin’ Dîcleyê diyar kir ku astengî û binpêkirinên li hember çapemeniyê bi armanca cezakirina civakî tê kirin û bi şîdeta polîsan a li hember rojnamegeran jî dixwazin civakê bê hilm, bê bîhn bihêlin û wiha pê de çû:“Em dibînin ku  hewl didin binpêkirinên mafan ên li hember rojnamegeran veşêrin. Nûçegîhanê AFP’ê Bulent Kiliç dema wêne dikişand, ji aliyê polîsan ve rastî zextê hat, polîsan bi qirika wî girtin û hewl dan ku bîhna wî biçikînin. Li Wanê  rojnamegerên ku nûçeya welatiyên ji helîkopterê hatin avêtin, çêkirin, hatin girtin. Li Tetwanê, rojnameger Sînan Aygul yê ku  nûçeya îstîsmarkirina zarok çêkir hat girtin. Li Tirkiyeyê dixwazin ku rojnamegeriyê bikujin. Dixwazin bê bîhn bihêlin.” ‘Rapora me aşkera kiriye tenê aliyekî nîşan dide’ Dîcleyê destnîşan kir ku êrîş, astengî, doz, binçavkirin û girtina li hember rojnamegeran di meha hezîranê de jî berdewam kiriye û ev tişt anî ziman: “Lêpirsîn û dozên li hember rojnamegeran bê navber berdewam kirin. RTÛK’ê ji bo kanalên ku desthilatdarî rexne kir 22 ceza di vê 6 mehê di nava salê de birî. Li kanalên nêzî desthilatdariyê jî tu ceza nehat birîn. Em her meh rastî binpêkirinên nû tên. Ji ber vê jî rapora me aşkera kiriye tenê aliyekî ku tê dîtinê ye.” ‘Yekane rê piştevanî ye’ Dîcleyê di dawiya axaftina xwe de bal kişand ser piştevaniyê û wiha dawî lê anî: “Yekane rêya li dijî êrîşan piştevanî ye. Ji salên 90’î de êrîş li hember çapemeniya kurd didomin. Ger xeleka piştevaniyê li hember van êrîşan mezin nebe, wê êrîş bidomin. Gelek rojnamegerî ev dîtin. Di rojên borî de rojnamegeran li dijî polîsan kamera, mîkrofon, wênekêşên xwe danîn û bertek nîşanî êrîşa polîsa dan. Ev mirovan kêfxweş dike bi rastî. Divê ev yekitî bidome. An jî wê êrîş bidomin. Di van êrîşan de   rojnameger ne tenê, hemû civak hedef tê girtin. Ya ku dixwazin qut bikin bîhna civakê ye. Divê em wisa nêzî mijarê bibin.”