ROJEVA 10'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-10 09:00:00   * Jinên amedî bal kişandin ser girîngiya parastina zimanê kurdî û gotin: "Zarokên me ji mafê perwerdeya bi zimanê kurdî bê par dimînin. Divê bi taybetî malbat hewl bidin ku zarok zimanê xwe yê dayikê ji bîr nekin. Bila zarok bi zimanê xwe mezin bibin." BI DÎMEN    *Tulay Hatîmogullari ya HDP’î diyar kir ku divê li dijî êrîşên li hemberê Herêma Federal a Kurdistan û Şengalê  yekitiya neteweyî xurt be û peyama hunermend û rewşenbîrên Kurd ji aliyê PDK’ê ve baş bê fêmkirin û li gorî vê helwest bê nîşandan. DÎMEN HEYE   *Hevseroka DGF'ê Dîcle Muftuoglu diyar kir ku binpêkirinên mafan ên li hember rojnamegeran didome û got ne tenê rojnamegeran dixwazin hemû civakê bê hilm, bê bîhn bihêlin.  DÎMEN HEYE   *Jinên li nav erdan bi 12 saet mesaî ji mêran kêmtir pere digirin, piştî tên malê li malê jî kar dikin, li zarokan dinêrin û 6 saet mesayî jî li malê dikin. Jinên bi barê giran dest bi rojê dikin, rojaneya wan 60 TL ye. Hinek bi vî pereyî 5 lître run digirin û hinek jî hewl didin ku bi vî pereyî zarokên xwe têr bikin. DÎMEN HEYE   * Emîne Kavcu ya ku ji Gundê Qurdîsa yê girêdayî Mêrdînê ye di encama êrişên dewleta tirk ên di 1993’yan de koçî Stenbolê bû. Piştî 28 salan vegeriyan gundê xwe û bang li hemû kurdan kir ku vegerin gundên xwe. DÎMEN HEYE   *Selîme Tîmurtaş a ku li Girtîgeha Êlihê ya Tîpa M dima û hat îdakirin ku di 26’ê Gulanê de întîhar kiriye û rakiribûn nexweşxaneyê xeteriya wê ya jiyanê didome. Dayika Selîmeyê Rabîa Tîmurtaş, destnîşan kir ku ew bawer nakin keça wan întîhar kiribe û xwest ku bûyer bê lêkolînkirin. DÎMEN HEYE