Ji bo piştevaniya grevên birçîbûnê li Êlihê daxuyanî tê dayîn 2021-07-09 15:31:54   ÊLIH - Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê, ji bo balê bikişînin ser grevên birçîbûnê dê sibê daxuyaniyek bide çapemeniyê.   Meclîsa Dayikên Aştiyê yên Êlihê li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û ji bo piştevaniya greva birçîbûnê dê sibê li Parka Ataturkê di saet 16.00'an de dê daxuyaniyê bidin çapemeniyê.   Her wiha aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA), parlamenter, hevserok û rêveberên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), rêveberên Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) û nûnerên saziyên sivîl dê tevlî daxuyaniya dayikan bibin.