Kongreya Star ji jinên Efganistanê re nameyek şand 2021-07-09 13:17:36     NAVENDA NÛÇEYAN - Kongreya Star nameyek ji jinên Efganistanê re şand. Di nameyê de wiha hat gotin: "Çalakiyên jinên Efganî ku daketin kolanan da ku diyar bikin ew li hember Talîban û hemû hêzên baviksalarî yên din xwe diparêzin û amade ne, hêvî û hêzê didin me jî."   Kongreya Star ji jinên Efganistanê re name şand û diyar kir ku berxwedana wan a li dijî Talîban pîroz e.   Name Kongreya Star wiha ye:   "Em wek Kongra Star silavên şoreşgerî û piştgirî dişînin xwişkên xwe yên li Efganistanê. Pêvajoya heyî a li Efganistanê bi danûstandina di navbera DYE û Talîban de gelek bi fikare, lê dîmenên çend hefteyên debasbûyî ên jinên ji Efganistanê ku diyar kirin ku parastina xwe digirin destê xwe ger hewce be hêvî û hêzê dide.   Bi peymana li ser navê aştiyê ya di navbera Talîban û Amerîkayê de dihêle ku Talîban bi zihniyeta xwe ya Îslamîst û dijî jinan, ji civaka navneteweyî rewatiyê bigire. Di encama vê lihevkirinê de, girtiyên Talîban ji girtîgehan têne berdan. Ev bûye sedem ku tundiya li ser jinan zêde bibe. Bi taybetî jinên pêşeng, çalakvan û rojnameger dibin hedefa êrîşên kujer. Zêdebûna Talîbanan li Efganistanê azadî û jiyana jinan bi taybetî û ya gelan bi giştî tehdît dike. Li beramberî van êrişên li dijî azadî û ewlehiya jinan, pêdivî ye ku jin xwe bi rêxistin bikin û avakirina aşitî û xweparastinê di hemû aliyan de bigirin destê xwe.   Em nikarin pişta xwe bidin heman dewlet û aktorên ku zilm afirandine, vê zilmê paşde vegerînin. Çawa ku serokatî gotibû: 'Xweparastina jinan mijarek pir cidî ye ku mirov nikare li  benda merhemeta mêran re bihêle'. Rastiya ku pergalên baviksalarî her dem dijî azadiyê biseknin ji bo me tê vê wateyê ku divê em xwe rêxistin bikin da ku li hember wê xwe biparêzin. Berxwedan li devera ku rêxistinkirî ye bi ser dikeve; li cihên ku avahiyên xweparastinê yên şênber, domdar tên avakirin. Girîng e ku jin di parastina cewherî û avahiyên din de xwe bi xweser rêxistin bikin.   Ji dema zihneyeta baviksalarî ve, zihniyeta zilam hewl dide bi me bide bawerkirin ku jin nikare xwe biparêze. Lê di dema borî de, wek di dema heyî de gelek mînak hene ku vê yekê vala derdixînin. Li vir jî, li her çar perçeyên Kurdistanê, jin li dijî zilm û êrîşên baviksalarî xwe diparêzin. Bi taybetî li Rojava, dema ku DAIŞ di 2014`an de êrîşî Kobanê kir yekîneyên parastina jin (YPJ) ji bo dawîkirina DAIŞ`ê roleke bingehîn list.   Ji bo ku em li dijî her cure êrîşên baviksalar û mêtinger xwe biparêzin, pêwîste ku em xwe bi rêxistin bikin. Em çiqasî xwe bi rêxistin bikin, ewqas em ê karibin li dijî zihniyeta baviksalar jiyana xwe, ramanên xwe, hêvî û xewnên xwe biparêzin.   Çalakiyên jinên Efganî ku daketin kolanan da ku diyar bikin ew li hember Talîban û hemû hêzên baviksalarî yên din xwe diparêzin û amade ne, hêvî û hêzê didin me jî.   Êrîşek li ser jinekê, çi li Efgansitan, çi jî li derevên din, di heman demê êrîşek li ser hemû jinan e, ji ber vê yekê tekoşîna wan tekoşîna me ye. Em di wê baweriyê de ne ku helwesta yekbûyî ya hêzên jinan ji bo azadî, berxwedan û rêxistinbûyîna jinan, wê sedsala 21 û pêvajoya dîroka me, diyar bike."