Li girtîgeha Antalyayê girtî bi êrişê re rûbirû man 2021-07-09 12:56:43     MÊRDÎN - Li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê girtî sewqê girtîgeha nû ya Antalyayê kirin. Di dema sewqê de lêgerîna tazî li wan hatiye ferzkirin. Girtiyên ku li dijî vê yekê derketin bi şîdetê re rûbirû man.    Li gorî agahiyên malbatan, girtiyên li Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqê girtîgeha nû ya Antalyayê hatine kirin. Li gorî agahiyan di dema sewqê de li girtiyan lêgerîna tazî hatiye ferzkirin û girtiyên ku li dijî vê yekê derketine bi şîdetê re rûbirû mane.    Dikran Çelîk ji Girtîgeha Tîpa L a Antalyayê sewqê girtîgeha nû ya Antalyayê hat kirin û Dîkran bi rêya telefonê ji hevjînê xwe Gulhan Çelîk re axivî û bal kişand ser pêkutiyên ku pêk hatî. Gulhan, jî ji ajansa me re wiha behsa bûyerê kir: "Sewqkirin duh şev pêk hatiye û dema sewqê de lêgerîna tazî li girtiyan hatiye ferzkirin. Lê girtiyên ku li dijî vê yekê derketin bi şîdetê re rûbirû man. Girtî di encama şîdetê de birîndar bûne."    Gulhan di dawiya axaftina xwe de êrişa ku pêk hatî şermezar kir û got: "Ji xwe em mexdûr in bi van nêzîkatiyan re em bêtir mexdûr dibin. Lêgerîna tazî sûc e û lêdanxwarina girtiyan jî sûc e."