Li Efrînê ji hezar û 200 jinî agahî nayê girtin 2021-07-09 12:31:21     NAVENDA NÛÇEYAN - Li Efrîna di bin kontrola hêzên paramiliter de ye û Tirkiye piştigiriyê dide van hêzên paramiliter di sal û nîvek dawî de 83 jin hatin kuştin û hezar û 200 jin jî hatin revandin. Endama Komîteya Dîplomasiyê ya Kongreya Star Suzan Mistefa têkildarî mijarê wiha got:"Gelek jinên em nas dikin piştî ji zindanê derketin hatin revandin û kesên ev jin revandin ew birin Tirkiyeyê."   Li Efrîna ji 18'ê Adara 2018'an ve di bin kontrola Tirkiye û Artêşa Sûriyeyê ya Azad (OSO) a Tirkiye piştigiriyê didê de ye di sal û nîvek dawî de 83 jin hatin kuştin û hezar û 200 jin jî hatin revandin. Li gor nûçeya ANHA'yê ya xwe dispêre daneyên Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê di 3 salên êrişên li ser Efrînê de sûcên li dijî jinan zêde bûne. Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Nayîle Mehmûd, binpêkirina mafan a li ser jinan nirxand. Her wiha endama Komîteya Têkiliyên Dîplomasîyê ya Kongreya Star Suzan Mistefa jî di nirxandinên xwe de bal kişand ser sûc û binpêkirinên mafan ên li ser jinên li Efrînê.    'Tecawizî 70 jinî hat kirin'   Endama Rêxistina Mafên Mirovan a Efrînê Nayîle got:"Sûc û kiryarên pir mezin li Efrînê li ser jinan pêk tên. Agahî û zanyariyên sê salan û şeş mehên dawî di destên me de belgekirî ne. 83 jin hatine qetilkirin, di nava van 83 jinan de 5 jin ji bo nekevin destên çeteyan dawî li jiyana xwe anîn. Her wiha 216 jin birîndar bûne, li gorî belgeyan jî  70 jin hatin tecawizkirin."   Nayîle Mehmûd li ser sûcên dewleta tirk a û komên girêdayî wê yên 6 mehan jî ev agahî parve kir:   "25 jin hatine revandin û aqûbeta wan ne diyar e. Di nava van 25 jinan de du zarok jî hene. Eliye Ednan Cuma zaroka 13 salî ye, Rûya Mehmûd Xatir 6  salî ye, Emîne Mistefa 60 salî ye. Kesên din jî nayên zanîn. Di nava wan 9 jinan de, Hena Mistefa zaroka 2 salî heye, Zeyneb Şêx Dawud 21 salî ye,  Zeyneb Îbrahîm 14 salî ye,  Heyva Şerîf Qasim 21salî ye."   Nayîle di dawiya axaftina xwe de da zanîn di zindanên Efrînê de bi sedan jin hene ku tecawiz û îşkence li wan tên kirin û wiha got:"Tu kes nikare rastiya kiryar û sûcên dewleta tirk ên ku hatin belgekirin veşêrin. Lê belê hîn ji vê zêdetir heye û nayên zanîn. Di zindanên Efrînê de bi sedan jin hene ku tecawiz û îşkence li wan tên kirin. Berî dagirkirina Efrînê hejmara kurdan ji sedî 90 bû. Lê piştî dagikirina Efrînê bû ji sedî 23, ev xeteriyeke pir mezin e. Yên ku niha li Efrînê hatine bicihkirin çeteyên ji Xûta ya Şamê ne."   'Di bin navê zewacê de jinan direvînin'   Endama Komîteya Dîplomasîyê ya Kongreya Star Suzan Mistefa jî da zanîn ku kiryar û sûcên dewleta tirk ev sê sal in li ser jinan pêk tê û got:"Rojane sûc li jinan tên kirin ku ji rêgezên exlaqî û mirovahiyê dûr in. Rojane agahî dikevin destên me û pir bi êş in. Çeteyên dewleta tirk rojane di hundirê Efrînê de bi zorê bi navê zewacê jinan direvînin Tirkiyeyê. Çend jinên ku di zindanên Efrînê de mabûn nexwestin navê xwe eşkere bikin, ev agahî bi me re parve kirin.  Di hindirê zindanên Efrînê de kiryar û wehşeteke ku nayê qebûlkirin li ser jinê tê pêkanîn. Dema ku wan jinan behsa hinek mijaran dikirin, kevir li ber gotinên wan diheliyan, erd û asîman jî van kiryar û sûcan qebûl  neke."   'Jin bê kefî nikarin derkevin'   Suzanê diyar kir jin bi zorê tên revandin û wiha got:"Keç û jin di hundirê Efrînê bê kefî nikarin derkevin derve. Li gorî agahiyên ku me bi telefonê bi dest xistine hinek jin bi zorê tê revandin, ji bo ku pera ji malbatên wan bistînin û bi wêne û dîmenan malbatên wan tehdîd dikin. Gelek malbatên me yên welatparêz neçar in milk û malên xwe bifroşin. Gelek jinên ciwan ji ber van sûcan dawî li jiyana xwe anîn. Her ku diçe kuştin, xwekuştin, îşkence û girtin zêde dibin, dest danîn ser mal û milkên gelek jinên ku berê di saziyên me yên jinê de kar dikirin. Tecawiz di hundirên wan malan de li jinan tên kirin. Tê gotin, 10 zilam tecawîzî jinekê dikin. Ev belge hemû di destên me de ne. Ger ku ev ne wehyet be, divê mirov ji çi re bibêje wehşet? Hovîtiya çeteyên dewleta tirk  a li hundirê Efrînê li serê gelê kurd û jina kurd gelekî xeter e. Xeteriya heyî gelek mezin e.  Pir jinên ku em nas dikin li ser bangawaziya me ji zindanan derketine, lê bi destê çeteyan bi zorê derbasî Tirkiyeyê hatine kirin."   Jin bi zorê tên zewicandin   Sûzan Mistefa li ser diyardeya tundiya li ser jinê û sûcên dewleta tirk ên sê sal û şeş mehan ev agahî da û got:"Piştî dagirkeriya Efrînê û şûnde aqûbeta hezar û 200 jinan nediyar e û agahî ji wan jinan nayê girtin. Zêdetirîn hezar jin jî hatine qetilkirin û hatine tecawizkirin. 99 jî hatine revandin û derbasî girtîgehên Ezaz û Tirkiyeyê hatine kirine. Amarên şeş mehên dawî jî 23 jin hatine kuştin, 1 jin jî bi darê zorê hatiye zewicandin, 9 jin jî hatine tecawizkirin."       'Li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin'   Sûzan Mistefa di dawiya axaftinê xwe de ev bang kir:"Kesên di ragahandinan de dibêjin; li Efrînê tiştek tune ye, bila bên van belgeyên di destên me de bibînin. Ew kesên wisa dibêjin, çawa ku bi destên wan Efrîn hate dagirkirin, niha jî piştgiriya xwe ji bo guhertina demografiya Efrînê dikin û bi destên wan ev wehşet û ev zilim li ser jinên kurd tên kirin. Banga min ji civaka navneteyewî, ji hemû gelên cihanê û taybet jî jinan û mirovên xwedî wijdan li hemberî vê zilmê bêdeng nemînin. Ger ku em xwe negîhînin jinên Efrînê, wê jin di têkoşîna xwe ya azadiyê de nikaribin ji bo dîrokê tu caran serê xwe rabikin."