Hewldana 78'an çû serdana Emîne û Ferît Şenyaşar 2021-07-08 13:29:33     RIHA - Endamên Hewldana 78 çûn serdana Emîne û Ferît Şenyaşar ên ku 122 roj in çalakiya xwe ya "Edaletê" didomînin. Endamên hewldana piştgiriya xwe bi malbata Şenyaşar re ragihandin û daxwaza edaletê kirin.    Emîne Şenyaşar ku 2 kur û hevjînê wê di encama êrişa parastvan û xizmên Parlamenterê AKP'ê yê Rihayê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin û kurê xwe Ferît Şenyaşar nobeta xwe ya "Edaletê" ya di 9'ê adarê de li ber Edliyeya Rihayê dan destpêkirin di roja 122'yemîn de didome. Weke hergav îro jî malbat di saetê serê sibehê de hat ber edliyeyê û bi dovîzên mîna "Ji bo herkesî edalet", "Dayikek 122 roj e çalakiya nobetê didomîne" , "2 kur û hevjînê wê li nexweşxaneyê qetil kirin" , "Ji ber ku di komkujiyê de parlamenter jî heye 3 sal in doz nayê vekirin" dest bi çalakiya xwe kir.    'Divê em zûtir bihata'   Serdanên piştevaniya malbatê îro jî berdewam kirin. Endamên hewldana 78'an ên Dîlok, Riha û Pirsûsê serdana malbatê kirin. Bi malbatê re parêzerê malbatê Serhat Kûrt jî endamên hewldanê pêşwazî kirin. Piştî hevdîtina bi malbatê re li ser navê endaman Atiye Oktay axivî û wiha got: "Me beriya niha jî dixwest serdana malbatê bikin. Em ê bi Berdevkê xwe yê Tirkiyeyê Celalettîn Can re bihatina lê ji ber pirsgirêkên wî yên tenduristiyê em dereng man. Ji ber vê em ji malbatê lêborîna xwe dixwazin. Diviya ku em zûtir bihatina."   'Êdî bes e'   Di berdewamê de Atiye, ev tişt gotin: "Mixabin li Tirkiyeyê êşên gelek mezin tên jiyîn. Êşa herî mezin jî êşa dayik û birayekî ye ku 122 roj e dikişînin. Herdem êşa ku dikişînin bi bîra me dixin û kezeba me dişewitînin. Li tu devereke dinyayê êşeke wiha tune ye û rayedar li dijî vê êşê ker, kol û lal nabin. Li welatên demokratîk herkes li pêşberî qanûnan wekhev e. Li welatê me ku veguherandine Rojhilata Navîn qanûn ji bo alîgirên desthilatdariyê hene. Tu yê hem mirovên bêguneh bikujî hem jî ji xwe re rehet rehet bigerî û wê edalet cihê xwe nebîne. Ji roja ku komkujî pêk hatiye ve em bûyerê dişopînin. Êdî bes e kezeba milyonan peritiye. Herkesê xwedî wijdan dibêje êdî bes e. Bila herkes li pêşberî qanûnan wekhev be. Heyf e ku malbatee hilweşiya ye. Êdî bes e."   'Heta edalet pêk wer e dê têkoşîn bidome'   Piştî axaftina Atiye Ferît Şenyaşar jî axivî. Fertît, diyar kir ku bi piştevaniya ku ji wan re tê çalakiya xwe didomînin û wiha got: "3 mirovên me li Nexweşcxaneya Dewletê ya Pirsûsê li pêşberî qamerayên ewlehiyê bi lîncê hatin qetilkirin. Hê jî li ser dozê biryara nepeniyê heye. Roja duşemê ji bo dosyayê dozgerê 8'emîn hat tayînkirin. Me daxwaza hevdîtinê kir, bi awayekÎ kêfî ev daxwaz hat redkirin. Heta ku edalet pêk were em ê têkoşîna xwe bidomînin. Em piştgiriya hiqûqî û piştevaniyê dixwazin."   'Hûn çima kujeran naşopînin'   Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polisên ku dema serdanê hevdîtin kişandin da û bi lorandinê ev tişt ji wan re got: "Hûn çima nakevin pey şopa kesên ku em qetil kirin? Me çi kiriye ji we.? Hûn çima li pey me digerin? Biçin kesên ku em qetil kirine bigirin. Hûn di malbata me de sûcdarek nabînin." Emîne Şenyaşar, di van kêliyan de wêneyên zarokên xwe yên hatine qetilkirin; Adil, Celal û hevjînê xwe Esvet Şenyaşar hembiz kir û bi demeke dirêj lorik barandin.    Endamên Hewldana 78'an piştî ku demekê bi malbatê re nobet girtin ji ber edliyeyê veqetiyan.    Malbata Şenyaşar li ser hesabê xwe yê twîtterê ev peyam parve kir: "Em li Edliyeya Rihayê di bin zilmê de têkoşîna 'maf' didin. Di dozeke mafdar de serkeftin jî teqez e. Wê ji vê zilma bi rêya darazê berdewam bike re rayedarekî bi wijdan bêje bisekine..."