Li Îranê xwendekara zanîngehê hat girtin 2021-07-08 12:35:20     NAVENDA NÛÇEYAN - Di 6'ê Tîrmehê de ji aliyê Wezareta Îstihbaratê ya Sanandajê xwendekara zanîngehê Nahid Kemanger hat girtin.     Li gorî agahiyên rêxistina mafê mirovan parve kiriye Wezareta Îstihbaratê ya Sanandajê di 6’ê Tîrmehê de ji bo îfadeyê gazî xwendekara zanîngehê Nahid Kemanger a li Sanandajê Beşa Wêjeyê dixwend kirine. Piştre Nahid Kemanger hat binçavkirin û demeke dirêj di bin çavan de ma.    Di dema binçavkirinê de tundî li malbatê hat kirin   Nahid Kemanger di bin çavan de parastina xwe bi şêweyê ew ne aktivistek siyasî ye, xwendekara zanîngehê ye kir. Di çileya 2019’an de jî hevjîn û bavê wê girtin. Bi hinceta “Tevlî serhildanên çekdarî bûye” 15 sal ceza dane bavê wê Hossein Kemanger. Zext tim li malbatê dihat kirin.    Daxuyaniya Rêxistina Mafê Mirovan    Bavê Nahid Kemanger Hossein Kemanber weke aktivistekî siyasî hîna di girtîgehê de tê girtin. Rêxistina Mafê Mirovan di daxuyaniya xwe de diyar kir ku lêpirsîn û girtina derbarê malbatê de tê wê wateyê ku Komara Îslamî ya Îranê vêya li hemberî mehkûm û aktivîstên siyasî wekî alavekê bi kar tîne.