Welatiyên Elewî: Cîhana em lê dijîn kerbelaya mazlûman e 2021-07-08 09:06:52   SÊWAS  -Jinên Elewî bal kişandin ser polîtîkayên newekheviyê û gotin: “Li welat hîna kesên ku naxwazin bêjin em Elewî ne hene. Em dixwazin bi ziman, ol, nîjad, reng, çerm û her tiştê xwe bên qebûlkirin. Em dixwazin mafên xwe yên welatîbûna wekhev bigirin.”   Welatiyên Elewî yên bi armanca 28’emîn salvegera bîranîna Komkujiya Sêwasê, ku 33 rewşenbîr û 2 xebatkarên otelê hatin qetilkirin, li Sêwasê hatin gel hev û balkişandin ser polîtîkayên newekheviyê yên li welat tên meşandin û gotin divê her kes bi reng, ziman û baweriya xwe bijîn.   ‘Bila êdî li welat komkujî çênebin’   Endama Komîsyona Jinan a Komeleya  Çanda Eyup Pîr Sultan Abdal a Stenbolê, Sultan Altun Cevahîr, bi lêv kir ku ew li heman welatî dijîn û divê her kes xwedî heman nirxan be û wiha pê de çû: “Kes ji kesî ne cudatir e. Mirov dikarin xwedî fikrên cuda bin lê em li heman welatî dijîn. Divê kes ji hev cuda neyê dîtin, divê her kes bi dostanî û xweşikahiyê bi hev re bijîn. Em naxwazin êdî li vî welatî komkujî çêbibin. Hêvîdar im ku rêveberên vî welatî jî vê ewil bikin dilê xwe û pişt re bidin ser zimanê xwe û bi me re jî bimeşin.”   ‘Bila her kes li gorî jiyana xwe bijî’   Sultanê di berdewamiyê de bi lêv kir ku divê ciwan bibin xwedî hişmend û bawer dike ku ciwan wê ji bo her tiştî çareseriyê bîne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ciwan nikare ji aliyê kesan ve bên birêvebirin. Ger bi fikrên xwe tev bigerin em ê di nava aştiyê de bijîn. Bila her kes çawa dixwaze wisa bijî. Kurd, Elewî, Laz, Çerkez, Ermenî kî dixwaze çawa bijî bila wisa bike. Divê statuyê bidin Malên Cemê.   ‘Divê li hember fikrên mirovan rêzdarî hebe’   Seroka Komîsyona Jinan a Komeleya Çanda Eyup Alîbeykoy a Pîr Sultan Abdal a Stenbolê, Esengul Kiliç jî nêrînên xwe bi van gotinan anî ziman: “Li welat polîtîkayek newekheviyê tê meşandin. Qanûn pêk nayên. Berpirsyar desthilatdarî ye. Mirov li Madimakê zindî hatin şewitandin. Mafên dema komarê dan me hatin tunekirin. Ger pergala serokatiyê bê rakirin û qanûnên ol û edaletê bên rakirin wê baş be. Ger li hember mirovan rêzdarî hebe wê qirkirin jî neyên jiyîn. Ez ditirsim.  Ez ditirim ku ciwan bi îhtîmala qirkirinê re bên rû hev. Di komkujiyên Çorum, Mereş, Sêwas û Pirsûsê de gelek jin û zarok hatin qetilkirin. Komkujiyên hatin jiyîn dijmirovahî ne. Ger ku hikûmet, dozger û her kes peywira xwe bike wê tiştek jî nebe. Pêşiya dozgeran girtiye, rojnameger û rewşenbîrên me girtîne. Lê tacîzkar, tecawizkar, diz li derve ne. Em edaletê dixwazin. Em aştiyê dixwazin, aştî tune be tu tişt tune ye.”   ‘Cîhana em lê dijîn Kerbelaya mazluman e’   Seroka Komeleya Çanda Elewî ya Kepez Antalyayê Seher Yilmaz jî daxuyakirin ku ev komkujî û polîtîkayên newekheviyê ji Kerbalayê heta niha didomin û ev tişt daxuyand: “Cîhana em lê dijîn Kerbelaya mazluman e. Ez wek welatiyek Elewî ji polîtîkayên newekheviyê yên tên meşandin ne rehet im. Kesên bi demokratbûn û ronakbiriyê bawer e jî ji vê ne rehet e. Zimanê newekheviyê wisa xuyaye zû naqede. Bêguman di vî alî de têkoşîna me heye. Ez ji ciwanan bi hêvî me. Di dema nêz de me Gezî jiya bû. Di van bûyeran de baweriya me ya bi ciwan û rewşenbîran dîsa gur bû. Li vî welatî girseyeke ku hîna nabêjin em Elewî ne, hene. Xwe vedişêrin. Hêvîdar im ‘Sêwasek’ din neyê jiyîn. Em ê her tim têkoşîna xwe bidin. Em zimanê newekheviyê bi kar naynin.  Em dixwazin ku mafên xwe yên welatibûna wekhev bigirin.  Em dixwazin bi ziman, reng, ol, nîjad, çerm û her tiştên xwe bên qebûlkirin.”