Li Girtîgeha Xarpêtê îşkence 2021-07-08 09:04:46   Sema Çaglak - Şehrîban Aslan    AMED - 224 roj in girtî di greva birçîbûnê de ne. Bi grevê re îşkence û şîdeta li hemberî girtiyan zêde dibin. Bi taybetî jî Girtîgeha Xarpêtê bi îhlalkirina mafên girtiyan tê rojevê. Kadîr Kevser ê ku girtî bi rêya telefonê ji malbata xwe re ragihand ku rewşa wan di xeterê de ye û got: "Îşkenceya li vir xelas nabin û em dixwazin dengê me bighije çapemenî û dezgehên mafên mirovan.”   Girtiyên PKK'yî û PAJK'î di 27'ê Mijdara 2020'an de li dijî tecrîda li hemberî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û binpêkirina mafên girtiyan dest bi greva birçîbûnê ya bêdem û dorveger kiribûn. Çalakî 224 roj in didome. Piştî çalakiyê li girtîgehan bêtir mafên girtiyan hat binpêkirin û pêla îşkenceyê hat destpêkirin. Di heman demê de gitiyên nexweş nayên dermankirin, nabin nexweşxaneya û dema ten sirgunkirin jî bi şîderê re rûbirû dimînin."    ‘Bila dezgehên mafên mirovan dengê me bibhîse'    Li Girtîgeha Hêjmar 2'yan a Ewlehiya Bilind a Xarpêtê jî girtî bi îşkenceyan re rûbirû dimînin. Girtî Kadîr Kevser bi rêya telefonê bi malbata xwe re axivî û behsa rewşa xwe kir. Kadîr di axaftina xwe de wiha bal kişand ser rewşa dawî ya li girtîgehê: "Rewşa me gelek bi xeter e. Rojê hevalekî me ji Amedê sirgûnê vir dikin. Ev hevalên ku tên sirgunkirin jî bi îşkenceyeke mezin re rûbirû man û rewşa wan perîşan ne. Bi vî rewşê wan di hicreyên yek kesane de digirin. Em nikarin alîkariyê bikin û nikarin biaxifin jî. Her wiha hevalek me birîndar e û bi îşkenceyê re rûbirû maye. Lê em niha nizanin rewşa wan çiye. Îşkenceya li vî girtîgehê xelas nabe. Em dixwazin dengê xwe bighînin raya giştî, çapemenî û dezgehên mafên mirovan. Her wiha em dixwazin rewşa girtiyên nexweş hîn bibin û bila yên nexweş bînin cem me."    ‘Bi îşkenceyê re rûbirûne'    Dayika Kadîr,  Ayhan Kevser jî destnîşan kir ku ji rewşa girtiyan gelek bi fikar e û banga xwedî li derketinê kir. Ayhanê got: "Zext û îşkenceya li girtîgehan her ku diçe zêde dibe. Girtî di rewşekê gelek xirab de nin. Min gelek caran daxwazname şand lê heta niha tu bersivek nehatiye dayîn. Ne xwarinek normal didin wan ne alavên paqijiyê didin wan. Bi îşkenceyê re rûbirû ne. Em vê tiştê qebûl nakin. Bila hemû kes rabin ser piyan xwedî li girtiyan derkevin."   ‘Em bibin dengê wan'    Ayhan di dawiya axaftina xwe de van tiştan anî ziman: “Ev ne yekemîn e, çend car berê jî wisa îşkence li wan kirin û wan xistin. Lê ji ber bêdengiya me rewşa wan hîn zêdetir dikeve xetereyê. Em ê giş bibin dengê wan. Ne tenê zarokê min, zarokên me giş girtî û di bin zilm û îşkenceyê de ne. Wê heta kengê wisa be. Kezeba dayikan dişewite. Bila daxwazên girtiyan bên qebûlkirin û ji bin vê zilmê derkevin. Em bi giştî rabin û bibin dengê wan.”