Ji bo Ayşe Tayurak a hat qetilkirin li ser medya dijîtal çalakî 2021-07-07 16:59:06     AMED - Ayşe Tayurak a ku hat îdakirin dawî li jiyana xwe aniye û piştî lêkolîna ajansa me derket holê ku ji aliyê Adem Tayurak ve hatiye qetilkirin li ser medya dijîtal bi etîketa "Aytayurakinseiol" çalakî hat lidarxistin.    Li navçeya Farqînê a Amedê di 8'ê Hezîranê de Ayşe Tayurak (40) li mala xwe bi awayê bi gûman mirî hatibû dîtin. Ji bo ku cenazeyê Ayşeyê bê otopsîkirin rakiribûn Nexweşxaneya Dewletê ya Farqînê û bêyî ku sedema kuştina wê bê diyarkirin hatibû îdakirin ku Ayşe jiyana xwe ji dest daye.    Ajansa me derxistibû holê ku li Ayşeyê tundî hatiye kirin û ji aliyê mêrê pê re zewicandî ku derbarê wî de biryara dûrxistina ji malê jî hebû Adem Tayurak ve hatiye qetilkirin. Piştî ku zarokê Ayşeyê ji xizmên xwe re mijar vegotin hat aşkerekirin ku Adem Tayurak ketiye mala Ayşeyê û ew kuştiye.    Bûmanbar hîna li derve ye   Gûmanbar Adem Tayurak, hîna nehatiye binçavkirin û ji aliyê xizmên Ayşeyê ve jî li ser medya dijîtal bi etîketa "Ayşe Tayurakinsesiol(Bibedengê Ayşe Tayurak)" çalakî hat lidarxistin.