Şandeya KCD û DBP li Çewlîgê bi jinan re hatin gel hevdu 2021-07-07 16:34:09     ÇEWLÎG - KCD û DBP li Çewlîgê bi jinan re hatin gel hevdu. Di hevdîtinê de Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz axivî. Salihayê bal kişand ser têkoşîna jina kurd a li hemberî DAÎŞ'ê û wiha got:"Bi perspektîfa Birêz Ocalan pêşiya civak û jinê hat vekirin."   Di çarçoveya bernameya Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Partiya Herêmên Demokratîk  (DBP) a li Çewligê  Hevseroka Giştî ya DBP'ê Saliha Aydeniz bi jinan re hat gel hevdu. Li eywana hevdîtinê ya HDP'ê pankarta "Li dijî qirkirina jinê dema parastina jina azad û civakê ye" hat daliqandin.    Saliha Aydeniz wiha got:"Çeteyên DAÎŞ'ê dixwest Rojhilata Navîn bi rê ve bibin. Lê belê bi têkoşîna jina kurd DAÎŞ têk çû. Loma hîn doza Kobanê didome. 7 Hezîranê nikarin ji bîr bikin. Dixwazin HDP'ê bigirin. Li dijî vê yekê herî zêde jin têkoşînê didin. 22 sal dan Leyla Guven. Ji ber ku Leylayê li dijî tecrîdê dest bi greva birçîbûnê kir. Greva birçîbûnê ya Leyla Guven li cîhanê belav bû. Jinan ji vê têkoşînê bawer kirin. Bi perspektîfa Birêz Ocalan pêşiya civak û jinê hat vekirin. Loma divê Birêz Ocalan azad be."   'Çareseriya rizgarbûna ji vê pergalê demokrasî ye'   Salîha Aydenîz diyar kir ku grevên birçîbûnê ji ber ku bi têkoşîna jinê hatine belavkirin dewlet dixwaze tolê ji jinan bigire û wiha dirêjî da axaftina xwe: "Di kesayeta Leyla Guven de tolê ji jinan digirin. Îqtîdar dema dixwaze peyamê bide civakê di serî de jinan digire û qetil dike. Leşker û polîsên xwe yên dişînin Kurdistanê bi rêbazên taybet perwerde dikin ku ji bo tişta dixwazin bikin. Ev leşker û polîsên wan ên ku destdirêjî û tecawizê dikin bi tu awayî nayên cezakirin. Di ser jinê re dixwazin civakê bi teşe bikin. Li dijî van hemû pêkanînan birêz Ocalan tiştekî pir xweş got; 'Ger ku jin azad bibe wê civak jî azad bibe.' Ger ku pirsgirêka kurd çareser bibe wê demokrasî bê Tirkiyeyê. Birêz Oclana  got; 'Hefeteyê bidin min ezê vê pirsgirêkê çareser bikim'.  Lê wan tecrîd giran kir. Çareseriya rizgarbûna ji vê pergalê demokrasî ye."   Piştî hevdîtinê bernameya KCD û HDP'ê ya Çewlikê bi dawî bû.