'Mîtînga dê bê lidarxistin ji bo hêza hevpar destpêk e' 2021-07-07 09:09:04   Melîke Aydin   ÎZMÎR - Pero Dundar da zanîn ji ber polîtîkayên şer û tecrîdê yên îktidarê, hatiye wê astê ku gel nikare bêhnê bigire û got dê mêtinga bê lidarxistin ji bo hêza hevpar detspêk be.    Dê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di 8'ê Tîrmehê de bi dirûşma "Ji bo demokrasiyê hilmek" li Qada Gundogduyê mîtîngê li dar bixe. Parlamentera HDP'ê ya Mêrdînê Pero Dundar da zanîn ev mîting dê ji ber qetilkirina Deniz Poyraz li Îzmîrê pêk bê û dê bibe bersivek. Peroyê da zanîn hemû Tirkiye di bin tecrîdekê de ye û wiha domand:"Tecrîd polîtîkaya bêhnçikandina civakê ye. Ji Îmraliyê dest pê dike û li ser Tirkiye, cîhan û kurdan veguheriye polîtîkaya şantajê. Dê ev mîtîng li dijî helwesta îktidarê yekîtiya hêzê be."   'Ji ber Denizê hat qetilkirin dê mîtîng li Îzmîrê be'   Peroyê da zanîn rêxistinên HDP'ê yên bajar û navçeyan nîqaş dikirin ku derkevin qadan û li ser qetilkirina Denizê biryar hatiye dayin mîtîng li Îzmîrê bê lidarxistin û wiha domand:"Ev êrişa li ser Denizê li ser hemû gelan e. Ev vêya nîşan dide ku dewleteke bûye çete rûyê xwe rê me dide. Li ser pêşniyaran jî me biryar da em mîtîngeke bi vî rengî li dar bixin û ev yek bibe bersiv."   'Ketina îktidarê wê ji bo gelan bibe hilmek'   Peroyê da zanîn çûyina îktidara mafyayê wê ji bo hemû gelan bibe hilmek loma wan dirûşma mîtingê kirine "Ji bo demokrasiyê hilmek" û wiha domand:"Ev dirûşma li gor rihê pêvajoyê ye. Herkesên li Îzmîrê dijîn dikarin ji vê mîtingê bibin hilmek û ev hilm dema bibin yek ew ê hêsantir bibe ku îktidar biçe. Divê em bi hev re ji vê rewşa îktidarê re bibêjin na."   'Hemû Tirkiye di bin tecrîdê de ye'   Peroyê da zanîn tecrîd ne tenê li ser Abdullah Ocalan li ser siyaseta demokratîk, jin, gel, baweriyan tê kirin û wiha pê de çû:"Tecrîd dema rabe dê xizanî û şer jî bi dawî bibe. Rakirina Peymana Stenbolê, girtina qadan, rakirina siyaseta demokratîk yek ji perçeyên polîtîkayên şer in. Em dema dinêrin hilma em li derve bigirin jî nemaye. Her roj xweza tê talankirin. Karkerên tûtînê ev çend roj in li qadan e. Çimkî mafê wan nayê dayin. Karkerên demsalî rewşa wan diyar e. Divê pêvajoyek wiha bê destpêkirin ku di qada aborî û siyasetê de hemû alî bên gel hevdu."   'Çareserî çareserkirina meseleya kurd e'   Peroyê bal kişand ser meseleya kurd û wiha got:"Çareserîya pêşîlêgirtina van êrişana çareserkirina meseleya kurd e. Divê ev mesele bi rêyên demokratîk bê çareserkirin. Divê nexşerêyek bê avakirin ku hemû gel bi rehetî bijîn."   'Dê mîtîng ji bo her kesî peyam be'   Peroyê da zanîn dê mîtîngên ji Egeyê dest pê bikin bidomin û wiha bi dawî kir:"Em ê li dijî doza girtinê, operasyonên qirkirinê, polîtîkayên şer jî li qadan bin. Divê her kes bi deng û rengê xwe li vê mîtîngê be. Em difikirin ew ê mîtîngê ji her kesî re peyameke bide."