ROJEVA 7'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-07 09:01:04   * Hemîşa ya ku li ber sewalên xwe şivaniyê dike di heman demê de melkisan çêdike wiha got:"Em melkisên çêdikin di ser banan, kolik û gova sewalan de bi kar tînin. Em bi vî hawî çanda xwe jî diparêzin. Em hebûna xwe jî bi vî rengî diparêzin. Em çêkirina melkisan wekî çandekê didomînin." BI DÎMEN   * Hevseroka MED-DER’ê Şîlan Elmaskan, diyar kir ku şahiya zarokan a li gundan bi coşeke mezin pêk hat û got: "Hewldana zarokan ji bo hînbûna ziman girîng bû. Em ê çarçoveya xebatên xwe berfireh bikin û bidomînin." BI DÎMEN    *Piştî êrîşa li hember HDP’a Îzmîrê û qetilkirina Denîz Poyraz wê li Îzmîrê mîtînga ‘Ji bo demokrasiyê bîhnek’ bê lidarxistin. HDP’iyan banga tevlîbûna mîtîngê kirin û diyar kirin ku ew dixwazin  êrîşên faşîst bi dawî bin û destpêka muxalefeteke demokratîk ji bo wan girîng e. BI DÎMEN   *Ji Sekreterya Konferansa Demokrasiyê Nesteren Davutgolu da zanîn rojeva herî girîng a li pêş wan, ev e ku nexşerêyekê derxin û têkoşîna yekbûyî bihûnin û wiha got: “Hemû kesên têkoşîna maf didin dixwazin xurt bibin û dengê xwe bidin bihîstin. Ger em di navenda vê de cih bigirin em ê xurt bibin. Divê em li cihên dimînin xurt bisekinin û xwe îfade bikin.”     *Grevên Birçîbûnê yên li girtîgehan li dijî tecrîd û binpêkirina mafan hat destpêkirin didome. Prof. Dr. Şebneom Korur Fîncanci der barê pirsgirêkên girtiyan de axivî û da zanîn ku tecrîd ji ber encamên tenduristiyê, îşkence ye.   BI DÎMEN   *Pero Dundar da zanîn ji ber polîtîkayên şer û tecrîdê yên îktidarê, hatiye wê astê ku gel nikare bêhnê bigire û got dê mêtinga bê lidarxistin ji bo hêza hevpar  detspêk be. BI DÎMEN