Rojnameger Zeynep Durgut îfade da 2021-07-06 14:04:35     ŞIRNEX - Nûçegîhana MA'yê Zeynep Durgut bi îdiaya "pesindayina sûc û sûdar" li muduriyeta emniyetê îfade da.    Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Cizîra Şirnexê di 1’ê tîrmehê de ji bo Zeynep Kinaci (Zîlan) bernameyeke bîranînê li dar xistibû. Miduriyeta Polîsan a Cîzirê, di çarçoveya lêpirsîna ku bi hinceta bernameya bîranînê şopandibû bi îdiaya "pesindayîna sûc û sûcdar" lê hatiye vekirin de nûçegihana Ajansa Mezopotamyayê Zeynep Dûrgût vexwend îfadeyê. Zeynep, di îfadeya xwe de diyar kir ku bi xebatên rojnamegeriyê tê sûcdarkirin û sûcdariyên der barê xwe de red kir. Piştî kirariyên îfadeyê Zeynepê, ji Miduriyeta Polîsan a Cizîrê veqetiya.