Rêxistinên ciwanan: Em ê rê nedin komkujî û talankirinê 2021-07-06 10:04:13     ÎZMÎR - Li Îzmîrê 12 rêxistinên ciwanan berî salvegera Komkujiya Pirsûsê daxuyaniya nivîskî dan. Ciwanan bal kişandin ser qetilkirina Deniz Poyraz û wiha gotin:"Em ê wekî xwediyê vê axê û parêzvanên vê axê rê nedin komkujî û talankirinê."   12 rêxistinên ciwanan ên li Îzmîrê berî salvegera Komkujiya Pirsûsê li ber Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) daxuyaniya çapemeniyê ya hevpar dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Ji Pirsûsê heta Denizê ew ê ciwan hesab ji kujeran bipirsin" hat vekirin û dirûşmên "Ew ê soza me ya ji Denizê re şoreş be"."Ji Pirsûsê û ji Denizê re edalet" hatin berzkirin. Li ser navê rêxistinên ciwanan Derya Emrem daxuyanî xwend.    'Polîtîkaya qirkirinê didome'   Deryayê da zanîn ku ji mêj ve zihniyeteke zilmê li gelên Tirkiyeyê dike heye û wiha domand:"Vê hêzê herî dawî hevala me Deniz Poyraz qetil kir. Zihniyeta bi salan polîtikayên qirkirin û asîmîlasyonê li dijî kurdan pêk tîne di 2021'ê de jî polîtikayên qirkirinê didomîne. Li Tirkiyeyê di bin navê Ulku Ocaklari û Alperen Ocaklari de kujeran derdixin pêş. Ev wekî kujerên bi kirê rola xwe dilîzin e. Ev bi destên dewletê tên fînansekirin. Em ê wekî xwediyê vê axê û parêzvanên vê axê rê nedin komkujî û talankirinê."   Daxuyanî bi dirûşman qediya.