Jinên Mêrdînê li seyrangehê li hev kom bûn 2021-07-06 09:12:30   MÊRDÎN - Jinên Mêrdînê li seyrangehê li hev kom bûn û mijarên tecrîd, pêvajoyê  nirxandin.    Jinên Mêrdînê li seyrangeha ku di pêşengeha Tevgera Jinên Azad de hatiye amadekirin de civiyan. Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan Ebrû Gunay, Meclîsa Jinan a HDP’ê, Meclîsa Ciwanan, Meclîsa Dayikên Aşitiyê û gelek jinên Mêrdînê beşdar bûn. Li ser mijarên tecrîd, pêvajoya niha û xebatên ku bikin de axivîn.    Di seyrangehê de Ebrû Gunay axivî û got: “ Me pêvajoyek giran derbas kir. Li pêşya me jî pêvajoyek nû dest pê dike. Divê em xwe baş amade bikin. Ev roj weke startekê ye ji me re. Li dijî tecrîdê, binpêkirinên mafan û tundiyê em ê rêxistina xwe xurtir bikin.”