Jinekî li pêş zarokên xwe ve hat qetil kirin 2021-07-05 19:37:52     MÊRDÎN - Ayşe Sezayîya dayika 5 zarokan e ji aliyê mêrê ku pêre hatiye zewicandin Nevzat Dogma ve li pêş zarokên xwe ve hat qetil kirin.    Ayşe Sezayîya (40) ku bi eslê xwe ji Kerborana Mêrdînê ye di 15 saliya xwe de bi kurê xaleta xwe Nevzat Sezayî re tê zewicandin û li Şemdîniyê bicih dibin. Neczat Dogan ji ber sucê eroyînê ceza digire û direvin li Kurdistana Federal bicih dibin. Ayşe Sezayîya ku dayika 5 zarokan roja înî yê ji aliyê mêrê pêre hatiye zewicandin ve tê qetil kirin.    Li gorî agahiyên me ji malbata Ayşe girtine ew û zarokên xwe ji tim rastî tundiyê dihatin. Heya zarokê wan yê mezin ku 23 salî bû ji ber ku tundî lê dihat kirin mal terk kiriye. Roja înî yê ji piştî ku nîqaşek di navbera wan de derdikeve li pêş zarokên wê ve tê qetil kirin. Ji ber ku Ayşe gotiye ez êdî nikarim bi te re bijîm.    Niha jî ji bo encamên otopsiyê cenazeye Ayşe anîna nexweşxaneya Dewletê ya Wanê. Piştî rapora otopsiyê wê li goristana Şemzînan were veşartin. Mêrê ku wê qetilkiriye di sinirê Tirkiyê de hat girtin.