‘Divê em demildest ji AKP’ê xilas bibin’ 2021-07-05 09:24:50   Oznur Deger   ENQERE - Jinan der barê rakirina Peymana Stenbolê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kirin ku li vî welatî ewlehiya wan tune ye û wiha gotin: " Denîz Poyraz li partiyeke qanûnî runiştibû. Endamê wê partiyê bû. Lê hat kuştin. Divê em demildest ji AKP’ê xilas bibin.”   Yek ji destkeftiya herî girîng a jinan li dijî şîdeta mêr biserketin bû. Ev jî Peymana Stenbolê bû. Lê peyman bi biryarnameya serokomariyê di 1’ê Tîrmehê de bi awayekî fermî hat rakirin. Jinan ji roja ku nîqaşên der barê rakirina peymanê ket rojevê heta niha, li her qadê têkoşîn dan û gotina ‘Em dest ji peymanê bernadin’.   Me helwesta desthilatdariyê ya li hember jin û zarokan û her wiha ya darazê ji jinên Enqereyê pirsî. Jinan diyar kirin ku Denîz Poyraz  li ser gotinên siyasî hatiye qetilkirin û her wiha bertek nîşanê tahliyeya di doza Elmali de pêk hatiye dan. Jinan fikarên xwe anîn ziman û danxuyakirin ku li welat ewlehiya wan tune ye.   ‘Yekane sûcê Denîzê, HDP’îbûna wê bû’   Elîf Ozdemîr: Jin û zarok ne xwedî tu mafî ne.  Ez wek jinekê dema bi şev saet di 00.00’an de ji kar derdikevim ditirsim. Lê kes vê tirsa me nabîne. Me hemûyan doza Elmali dît. Gelo em van heq dikin? Ez 21 salî me. Dema bi rê de dimeşim ditirsim, malbata min ditirse. Çima? Ji ber Peymana Stenbolê hat rakirin. Em jin û zarok tu car ne azadin.  Li vî welatî ji ber jintiya xwe ditirsim. Destdirêjî û tecawiz pir zêde bûne. Gumanbarê doza Elmali berdane. Zarokên divê xeyalên xwe xêz bikin, êrîşa zayendî vedibêjin. Lİ Tirkiyeyê tiştek nema. Yekane sûcê Denîz Poyraz ya hat qetilkirin, HDP’î bûna wê bû. Jinek bû lê HDP’î bû.   ‘Ez xwe ewle hîs nakim’   Şevval Çetîn: Ez xwe di civakê de ewle hîs nakim. Ji vir şûnde jî bawer nakim wê rewş baş be. Wê her tişt zehmetir be. Divê Peymana Stenbolê pêk bihata. Ez rakirina peymanê fêm nakim. Ez kesên ku peymanê pêk naynin fêm nakim. Civak êdî hînê komkujiyan kirine. Fikra jin û ciwanê qet esas nayê girtin.   ‘Desthilatdarî gelan tîne hember hev’   Zubeyde Gurcan: Peymana Stenbolê tenê li ser kaxizê bû ji xwe. Qirkirina jinan gelek zêde ye. Bi rakirina peymanê jî ev rewa kirin. Polîtîkayên ku hêzê didin mêran hene. Dixwazin ku çanda serîtewandinê pêş bikeve.  Bi awayekî fermî jî astengiya li pêş wan hat rakirin. Dikuje lê ceza tune. Doza Elmali li holê ye. Bi rastî wijdanan nerehet dike. Êdî bes e. Di qetilkirina Denîz Poyraz de gotina desthilatdariyê pir qirêje. Ji ber polîtîkaya wan ya ku gelan tîne hember hev heye.Li hember me rêveberiyeke ku dijminê jin, kedê heye.   ‘Divê em hesap biprsin’   Ozge Tekîn:Kuştinên jinan li welatê me pir zêde bûne. Piştî peymanê wê hîn bêtir zêde bibin. Fikara me ev e. Bi têkoşîna jinan hêvîdarim ji vê biryarê şûnde gavê bavêjin.  Denîz endama prtiyeke qanûnî bû, hevala me bû û hat qetilkirin. Bêguman em ê hesabê vê bipirsin. Divê em têkoşînê mezin bikin û hesab bipirsin.    ‘Divê jin parastina cewherî fêr bibin’   Gulnur Narîn:Peymaneke hat kirin lê pêk nehat. Beriya peymanê jî piştî peymanê jî êrîşên li hember jinan didomin. Divê cezayên hîn bêtir giran bihata dayîn. Her roj jin tên qetilirin. Divê parastina cewherî fêrî jinan bê kirin. Divê li dijî mêrên şîdetê dikin parastin bê kirin.   ‘Ez ji vir şûnde nizanim wê çi bibe’   Pinar Ataç: Kuştinên jinan zêde dibin. Ji vir şûnde jî wê wisa bidome. Mêrên şîdet û tacîzê didomînin, ceza nagirin û dîsa heman sûcî dikin. Ji ber vê rewş wê hîn bêtir xera bibe. Ez ji vir şûnde nizanim ku wê çi bibe.    ‘Divê em ji AKP’ê xilas bibin’   Hamiyet Gezgîn: Tevî peymana Stenbolê bi sedan jin hatin kuştin. Piştî feshkirinê wê çi bibe gelo. Jin bê îtîbar kirin. Ji bo ewlehiya jinan divê Peyman nehatiba rakirin. Lê tevî peymanê jixwe li welatê me ewlehiya jinê tunebû. Cînayetên jinan teqez siyasî ne. Nikarin welat bi rêve bibin. Pêvajoya pandemiyê nikaribûn bi rêve bibin. Nikarin tiştekî bi rêve bibin. Divê em biçin hilbijartinê û ji AKP’ê xilas bibin. Qetilkirina Denîz Poyraz em pir xemgîn kin. Rêveberên vî welatî nikarin bi rêve bibin û berbi kaosê ve dibin. Divê em li dijî vê dengê xwe bilind bikin.   ‘Ez bi deqa hezkirinê digerim’   Welatiyeke ku navê xwe neda: Xetere roj bi roj zêde dibe. Berê jî wisa bû gelo, an jî demên dawî de em pê dihesin loma gelo?Ez gelek bi fikarim. Pirsgirêk her diçin zêde dibin. Ez mamoste me û ez ji malbatên xwendekarên xwe re jî heman tiştî dibêjim.Peymana Stenbolê bi awayekî cidî jin diparast. Welatê me ji vê peymanê re serkêşî kir lê ya ewil vekişiya jî ew bû. Li ser jinan zextên mezin hene. Ez jin im, lê bi deqa hezkirinê digerim. Ji ber ku fikara min a gelo wê li kolanê tiştek bê serê min heye. Ez vê dikim ku li cihekî tiştek bê serê min bila min teslîmê malbata min bikin. Li Tirkiyeyê rewşa jinan wisa ye.