‘Wê girtina HDP'ê bandorê li hemû hêzên demokrasiyê bike’ 2021-07-05 09:08:50   Marta Somek STENBOL - Cigira serokatiya giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag û endama Lİjneya Berdevkên TOP’ê Perîhan Koca der barê îdianameya di çarçoveya doza girtina li hember HDP’ê de hatiye vekirin û sûcdariyên li hember jinan, ji ajansa me re nirxandin kirin. Îdianameya ji aliyê serdzogeriya Komarê ya Dadgeriyê ve hat amadekirin ji aliyê Dadgeha Destura Bingehîn (DDB) ve hat qebûlkirin û di encama vê de cara duyem doz li HDP’ê hat vekirin. Îdianameya ji 843 rupelî pêk dihat, hevserokên giştî yên dema berê yên HDP’ê,  hevşaredar jî nav de bi giştî ji bo 451 kesî qedexeya siyasetê tê xwestin. Cigira serokatiya giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag û endama Lijneya Berdevkên TOP’ê Perîhan Koca der barê mijarê de axivîn. Cigira serokatiya giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan got bi hedef nîşandana Devlet Bahçelî re doz li HDP’ê hatiye vekirin û wiha got: “Erdogan talîmat da û daraz jî ket tevgerê. Berê ji ber kêmasiyan idîanam şûnde hat şandin. Pêvajo tenê bi pêvajoya darazê berdewam nekir, ligel vê li hember HDP’a Îzmîrê jî êrîşek pêk hat.” ‘Hemû hêzên aştiyê di hedefê de ne’ Selmayê di berdewamiya axaftina xwe de ev tişt anî ziman: “Ligel doza girtina HDP’ê, li hember avahiyên HDP, endam û rêveberan jî êrîşên tên kirin balê dikişînin.  Desthilatdarî dixwaze, rejîma yek mêrî, pergala hikûmeta serokomariyê, rejîma siyasî bi pergaleke faşîst û otorîter, tacîdar bike. Îro tişta li HDP’ê tê kirin wê li hemberî partiyên muxalîf jî pêk bê. HDP kirine hedefa êrîşan û  hemû hêzên aştiyê, gel, kedkar, karker yên demokrasiyê daxwaz dikin hemû di hedefê de ne. Dixwazin ku pêşiya têkoşînê bigirin.” ‘Doza girtinê û êrîşên li hember HDP’ê ne tesadufin’ Berdevka Platforma Piştevaniya Sosyalîst (SODAP) Sevtap Akdag jî nêrînên xwe anî ziman û daxuyakirin ku doza girtinê ya li HDP’ê hatiye vekirin û êrîşên li hember HDP’ê, qetilkirina Denîz Poyraz ne tesadufin û wiha pê de çû: “Dethilatdarî demek dirêje ji bo bekaya xwe ya polîtîk HDP’ê tehdid dibîne. Ji ber vê jî hewl dide krîmînalîze bike, tasfiye bike. Ji ber vê jî her tiştî dike. Di hilbijartinên 7’ê Hezîranê de  HDP bi ser ket û vê jî desthilatdarî tirsand.” ‘Biser neketin’ Sevtapê her wiha destnîşan kir ku li hember HDP’ê xebatên tunekirin, tasfiyeyê hatine meşandin û ji çapemeniyê heta darazê, ji kursiya meclîsê heta kolanê li hember HDP’ê polîtîkayên çewisandinê hatine meşandin. Sevtapê ev tişt anî ziman: “Lê tevî hemû hewldanên wan biserketin çênebû. Ne HDP’ê deng winda kir ne jî fikra HDP’ê ji nav civakê rakirin.” ‘Me gelek Ogun Samast û Onur Gencer dîtin’ Sevtabê balkişand ser doza Kobanê û nêrînên xwe anîn ziman: “Doza Kobanê ya ku em wek Doza Kumpasê bi nav dikin, em nikarin ronî bikin, ji ber ku ev kar karê dozgerî û kesên merciya darazê ye. Kesên li pişt kujerê Denîz Poyraz e jî divê derxin holê. Me heta niha gelek Ogun Samast û Onur Gencer dîtin. Ji ber vê jî hêviya me tune ye ku darizandineke cidî bê kirin.” ‘Wê êrîş zêde bibin’ Sevtapê wiha dawî li axaftina xwe anî: “Ji bo zêdetirî 400 kesî qedxeya siyasî tê xwestin. Ez jî yek ji va me. Ev êrîş li pey hev tên kirin. Divê em hemû baş fêm bikin ku wê berdewama van êrîşan bê. Ji ber vê jî em hêzên demokrasiyê divê li dijî van êrîşan bi awayekî xurt xwe rêxistin bikin.” ‘Kodên dewletê xwe dispêrên înkara Kurdan’ Endama Lijneya Berdevkên Partiya Azadiya Civakî (TOP) Perîhan Koca jî bi lêv kir ku doza girtina li HDP’ê hatiye vekirin mantiqa mayîndekirina rejîma faşîst e û wiha dirêjî dayê: “Hemû kodên vê dewletê li ser înkara gelê Kurd in.  Înkarkirina gelê Kurd jî nokteya hevkar a desthilatdariyan e. Piştî hilbijartinên 7’ê Hezîranê şûnde, cînayet jî hatine kirin û xuya ye ku hîn bêtir tişt hedef kirine.” ‘Berxwedana topyekun pêwist e’ Perîhanê balkişand ser planên desthilatdariyê û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li dijî qetilkirina Denîz Poyraz refleksa gel zindî bû û hêzên gel niha ev hewldanên provakasyonê têk birin.Lê ji her gotinên Devlet Bahçelî tişta me fêm kir ev bû ku wê bêdeng nemînin û hewldanan bidomînin. Ji ber vê jî ji têkoşîneke topyekun wêdetir rê ji me re tune ye. Ji bo hevalên me re niha qedexeya siyasî tê xwestin. Ev hevalên me berjewendiya Kurdan û gelên din diparêzin. Desthilatdarî ji serî heta dawî ketiye çiravê. Ne ciwan, ne jin û ne jî gelê Kurd, tevî şîdeta dewletê, wê dest ji têkoşînê bernedin.”