ROJEVA 5'Ê TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-05 09:00:00   *Cigira serokatiya giştî ya EMEP’ê Selma Gurkan, Berdevka SODAP’ê Sevtap Akdag û endama Lİjneya Berdevkên TOP’ê Perîhan Koca der barê îdianameya di çarçoveya doza girtina li hember HDP’ê de hatiye vekirin û sûcdariyên li hember jinan, ji ajansa me re nirxandin kirin. *Welatiyan bertek nîşanê zema ji bo gaz û ceyranê hatiye kirin, dan. Jinên Amedê diyar kirin ku ji ber zema tê kirin, nikarin hewcedariyên xwe yên sereke bigirin û gotin: “Ev ne jiyane. Mirovan mahkumê birçîbûnê dikin. Bi zanebûn me dikin vê rewşê.” BI DÎMEN *Jinan der barê rakirina Peymana Stenbolê de nêrînên xwe anî ziman û diyar kirin ku li vî welatî ewlehiya wan tune ye û wiha gotin: " Denîz Poyraz li partiyeke qanûnî runiştibû. Endamê wê partiyê bû. Lê hat kuştin. Divê em demildest ji AKP’ê xilas bibin.” BI DÎMEN