Çalakiya grevê li Mexmûrê di roja 199'an de ye 2021-07-04 17:16:03     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 199’an de didome.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê di roja 199’an de berdewam dike. Çalakiya li Mexmûrê hatiye destpê kirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî serdana wê tê kirin.