MED-DER'ê ji bo zarokên li Gêlê şahî li dar xist 2021-07-03 14:02:08   AMED-MED - DER'ê ji bo balê bikşîne ser zimanê kurdî li gundê Basrafê yê Gêlê şahî ji bo zarokan li dar xist.    Komeleya Lêkolîn Çad û Ziman a Mezopotamyayê (MED-DER), ji bo balê bikşîne ser girîgiya zimanê kurdî li Basrafê yê Gêlê yê Amedê ji bo zarokan şahî li dar xist.    Bal kişandin ser girîngiya zimanê kurdî   Bi zaravayê kurdî dimilkî ji bo zarokan perwerde hat dayin û tîp hat hînkirin. Piştî perwerdeyê ji bo zarokan xebata wêne û muzîkê hat kirin. Piştî xebata muzîkê zarokan strana "Zimane Kurdî" gotin û govend gerandin.    'Perwerdeya bi zimanê kurdî pir xweş e'   Dilcîn Elmas (5) a me mikrofon dirêjî wê kir da zanîn ew ji ber çalakiyê gelekî kêfxweş bûye û got:"Perwerdeya bi zimanê kurdî pir xweş e. Ez dixwazim li dibistanê perwerdeya bi zimanê kurdî bigirim. Em hem hîn bûn hem kêfxweş bûn. Me stran gotin, wêne xêz kirin. Her tişt pir xweş bû."   'Ez dixwazim perwerdeya bi zimanê kurdî bigirim'   Zeynep Kaş (10) jî da zanîn wê kêf ji şahiyê girtiye û wiha got:"Em dixwazin her tim çalakiyên bi vî rengî çêbibin. Me demeke gelek xweş derbas kir. Min cara ewil bi zimanê xwe perwerde dît. Ez dixwazim li dibistana xwe jî perwerdeya bi zimanê kurdî bigirim."   Piştî çalakiyê ji bo zarokan seta perwerdeyê ya bi kurdî li zarokan hat belavkirin.    Çalakî bi dirûşma "Bijî zimanê kurdî" û bi gerandina govendê bi dawî bû.