Feleknas Ûca qutkirina ava gundên Êlihê bir rojeva meclîsê 2021-07-03 11:50:48   ENQERE - Derbarê qûtkirina ava gundên Êlihê de parlamentera HDP'ê Feleknas Ûca pêşniyazpirs da meclîsê û got: "Ji ber nebûna avê bi hezaran gundî bi xetereya nexweşînan re rûbirû mane."   Li gundên Zîlan, Selîvê, Kanîkê, Malê Gir, Hiskut, Holê, bajaroka Kaniyahenê û gelek gundên din ku bi ser navçeya Hezo ya Êlihê ve ne ji 23’yê hezîranê ve bêav mane. DEDAŞ’ê bi hinceta ku “Deynê ceryana avê nayê razandin” ceryana dînamoyên van gundan biriye û 11 roj in bi hezaran welatiyên li van gundan bêav maye.    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a Êlihê Feleknas Ûca birîna ceryana dînamoyên ava gundan bir rojeva parlamentoyê. Feleknas bi daxwaza ku Wezîrê Bajarvaniyê û Hawirdorê Mûrat Kûrûm bibersivîne pêşniyazpirsa da parlamentoyê. Feleknas destnîşan kirin ku piştî birîna ceryanê bi hezaran welatî li gundan bêav maye û got: “Xelkê gundan bi rojane bi traktoran diçe ji Çemê Êlihê û qenala avê ya DSÎ’yê pêdiviyên xwe avê dabîn dike. Ji ber ku ava çem û qenalê ne paqij e, zarok nexweş ketine û mezin jî bi nexweşînên re rûbirû mane. Ev rewşek xetere ye.”   Feleknas Ûca van pirsan ji wezîr Mûrat Kûrûm kir:    “*9 roj in bi hezaran însan bêav maye, gelo ji bo çareserkirina pirsgirêka avê tu xebatên we hene?    * Ji bo dabînkirina avê ya xelkê berpirsiyariya saziyên dewletê ye, ravekirina ji ber deynê ceryanê qûtkirina avê çi ye?    * Tevî ku bêavî dibe sedema nexweşînan jî gelo bi rojane xebatek ku ev pirsgirêk were çareserkirin nehatiye kirin sedema wê çi ye?    * Ji bo çareserkirina pirsgirêka avê ya li Êlihê tu xebatek we daye destpêkirin heye? Heke xebatên we hebin çi ne?”