Bang li Mesut Barzanî kirin: Bi paşeroja xwe re bê rû hev 2021-07-03 09:03:07   WAN - Jin li dijî zextên Tirkiyeyê ku bi destê PDK’ê li hember Herêma Federal a Kurdistanê tê meşandin, bertek nîşan dan û gotin: “Barzanî bi van êrîşan dawiya xwe tîne. Bila bi paşeroja xwe re bê rû hev û bifikire. Xwîna xwişk û bira tu tiştekî bi wan nade qezenckirin."   Êrîşên Tirkiyeyê yên li hember Herêma Federal a Kurdistanê didomin û helwesta Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) jî ji aliyê Gelê Kurd ve rastî bertekên mezin tên. PDK bi taybet piştgiriya ji bo Arteşa Tirk bi aşkera nîşan dide û ev jî dibe sedema bertekên Gelê Kurd. Jinan, hevkariya PDK’ê ya di polîtîkayên şer de û neçareseriya pirsgirêka kurd de rexneyên xwe anîn ziman.   ‘Xwîna xwişk û bira tu qezencê nayne’   Devlet Çîftçî daxuyakirin ku bi salane polîtîkaya ku ‘Kurdan bi hev didin şikandin’ tê meşandin û her tim kurdan dikin alava vê û wiha  bertek nîşan da: “Ez êrîşên bi destê PDK’ê pêk tên şermezar dikim. Ez bang li serokê PDK’ê Mesut Barzanî dikim. Xwîna kurd wê tiştekî bi te nede qezenckirin. Em dibêjin ku neyên vê lîstikê. Xwîna  xwişk û bira tiştekî nade qezenckirin. Werin em dest bidin hev. Em xwişk û birayên hevin. Em aştiyê dixwazin. Em şer naxwazin.”   ‘Bila Barzanî paşeroja xwe bibîr bîne’   Adalet Akdîn jî êrîşên DAIŞ’ê yên li hember Iraq û Herêma Federal a Kurdistanê bibîr anî û bi lêv kir ku wê demê Gelê Kurd çûye alîkariya hikûmeta Iraqê û wê berxwedanê gel ji karaseteke mezin xilas kiriye. Adaletê wiha dirêjî da axaftina xwe: “Em naxwazin hev bikujin. Em xwedî li Barzanî dernekevin kes xwedî lê dernakeve. Dema DAIŞ’ê êrîşê Kerkukê kir, dîsa kurdan Barzanî xilas kir. Bila wê demê bîne bîra xwe. Piştî hilweşîna mezin a DAIŞ’ê Barzanî çi qezenc kir. Bila bi paşeroja xwe re bê  rû hev. Xwîna xwişk û bira tiştekî nade qezenckirin. Em carek din dubare dikin. Em şer naxwazin.”   ‘Barzanî dawiya xwe tîne’   Hayriye Kipçak jî anî ziman ku PDK dem bi dem tê lîstikên dewletên derve û bi talîmatên wan tevdigerin û wiha dawî lê anî: “Barzanî li gorî berjewendiyên kurdan tevnagerin. Ji bo berjewendiyên kurdan polîtîkayan hilnaberînin. Barzanî wisa berdewam bike wê dawiya xwe bîne.”