Çalakvanên Mexmûrê: Wê berxwedana me bi ser keve 2021-07-02 14:15:19     MEXMÛR - Li Mexmûrê çalakiya greva birçîbûnê ku bi pêşengiya Meclîsa Îştarê bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye" li Saziya Malbatên Şehîdan hatiye destpêkirin, di roja 197’an de didome.   Li Wargeha Penaberan a Şehîd Rustem Cûdî (Mexmûr) bi pêşengiya Meclîsa Îştarê di 18’ê Kanûnê de li Saziya Malbatên Şehîdan, bi armanca tevlîbûna pêngava "Dem dema azadiyê ye", dest bi greva birçîbûnê ya bê dem û dorveger hat kirin. Çalakiya greva birçîbûnê bi koma 99’an di roja 197’an de berdewam dike. Çalakiya li Mexmûrê hatiye dest pê kirin, her roj ji aliyê gel ve bi awayek girseyî serdana wê tê kirin.   'Wê berxwedaniya me bi ser keve'   Li ser navê kesên ji Semta Şehîd Elîşêr ku hatin serdanê Elî Ozgûn çalakvanan silav kirin û got: “Bila neyarên me baş bizanin wê berxwedana me bi ser keve. Her tim şoreşa berxwedanê serkeftî yê. Heta ku em ne gihêjin armanca xwe û bi Serokê xwe re azad nejîn wê çalakiyên me bi domin. Di Kurdistanê de şerek dijwar tê meşandin. Bi taybetî jî di Başûrê Kurdistanê de dixwazin kurdan qir bikin. Hûnermendên kurd niha ji bo yekitiyê di nava seferbertiyê de ne û ev yek gelek başe em wan silav dikin. Pêwîste di tevahî qadên jiyanê de Gelê Kurd li hember VAN komployên ku dest pê kirine rabin ser xwe. Li ser vê bingehê em çalakiya girtiyên azadiyê silav dikin, her wiha çalakiya kampa Lavrîo û ya Mexmûrê jî silav dikin û serkeftinê dixwazin.”   'Têkoşîn û berxwedana me ji bo mafê me ye'   Biştî axiftinên Elî Ozgûn li ser navê çalakvanan Evdila Mijinî jî di destpêka gotina xwe de xêrhatina gelê xwe kir û wiha got: “ Têkoşîn û berxwedana ku tê meşandin ji bo maf û azadiyê ye. Têkoşîna wisa ne ku encex mirov bi maf û azadiya xwe dikare bibe mirov. Tiştek wisa ne ku pêwîst e mirov ticarî dest jê bernede. Têkoşîna ku ji bo heq û azadiyê tê dayîn têkoşîneke gelek pîroz e. Em xwedî bîr û baweriyê ne ku em ê bi ser bikevin. Weke Gelê Kurd em pêşketinên dîrokî dijin. Ji ber vê yekê êrişên li ser me jî dijwartir dibin. Di vê cîhanê de êdî tevahî mirovahî di wê hewildanê de ne ku xwe bi fikir û ramanên Rêber APO rêxistin bikin û heq, maf û azadiya xwe bi dest bixin.  Çiqasî têkoşîna me pêş dikeve tevahî neyarên Gelê Kurd jî har û dîn dibin. Em di pêvajoyek pir giran û hessas re derbas dibin. Me heta niha ji zilmê re serî ne tewandiye, em ê ji îro pêde jî serî ne tewînin. Em ê bi rihê pêngava “Dem dema azadiyê ye” di tevahî qadên jiyanê de têkoşîna xwe bilind bikin, heta ku em Rêber Apo bi awayekê fizikî azad nekin wê berxwedana me bidome û em ê bi ser kevin.”