Meclîsa Jinan a HDK'ê: Em ê têkoşîna xwe mezin bikin 2021-07-02 13:45:28   STENBOL -  Meclîsa Jinan a HDK'ê civîna xwe ya yekem a serdema 11'an pêk anî û diyar kir ku dê têkoşîna xwe li qadan mezintir bikin.    Civîna 1’emîn a Serdema 11’emîn a Meclîsa Jinan a Giştî Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) li navenda xwe ya giştî ya li Taksîma Stenbolê li dar xist. Li cihê civînê pankarta ji bo bîranîna qurbaniyên Hotêla Madimakê hat daliqandin.    Hevberdevka HDK’ê Esengul Demîr di destpêka civînê de axivî û got ew di destpêkê de qûrbaniyên Komkujiya Sêwazê bibîr tînin û piştî komkujiyê berpirsiyar nehatine cezakirin û hatine xelatkirin. Esengul da zanîn ku dîroka Tirkiyê dîroka komkujiyan e û Tirkiye bi komkujiyên qewimîne tê nasîn.    Esengul, qetilkirina Denîz Poyraz bi bîr xist û ev qetilkirin dide nîşandan ku hevkariya çete, dewlet û mafyayê bi hev re heye û berxwedan û têkoşîna jinan dide nîşandan ku temenê vê îqtidarê kurt e. Demîr bal kişand ser hewldana girtina HDP’ê û got HDP partiya bi milyonan însan e û wê bi milyonan kes li pey vê fikra HDP’ê biçin.    Esengul destnîşan kir ku ew di pêvajoyek pir cidî de derbas dibin û feqîrî, dizî û komkujî li her deverê pêk tên û ew ê tu carî feqîrkirina xelkê, dizî û komkujiyan qebûl nekin û di vir de wezîfeyek mezin dikeve ser milê HDK’ê. Esengul anî ziman ku HDK navenda têkoşîna mafparêziyê ye û wê di vê serdema nû de dem dema HDK’ê ye û wê têkoşîna xwe ya hevpar li qadan mezintir bike.    Piştî axaftina Esengul civîn ji çapemeniyê re girtî berdewam kir.