Meşa ber bi Madimakê ve ya ji bo kesên hat qetilkirin dest pê kir 2021-07-02 12:33:27     SÊWAZ - Ji gelek bajarî bi sedan kes ji bo bîranîna kesên di Komkujiya Madimakê de hatin qetilkirin ji ber Şaxa Komeleya Çandê ya Pîr Sultan Abdal dest bi meşê kirin.    Îro salvegera 28’emîn a komkujiya li Hotêla Madimakê ya Sêwazê ye. Di 2’yê Tîrmeha 1993’yan de komek nijadperest agir bi hotêlê xistibû û 33 hunermend, nivîskar û rewşenbîr û 2 xebatkarên hotêlê bi şewitandinê hatibûn qetilkirin. Bi pêşengiya Komeleya Çandê ya Pîr Sûtlan Abdalê (PSAKD) bi wesîleya salvegera komkujiyê meş tê lidarxistin  û daxuyaniya bîranînê tê dayin.    Ji duh heta vê sibehê gelek kesayet û welatî hatin Sêwazê û vê sibehê li ber Şaxa PSAKD’ê ya Sêwazê civiyan. Bi hezaran kes ji bo komkujiyê şermezar bikin û qurbaniyan bi bîr bînin û kujer werin darizandin û bi daxwaza hotel bibe “Muzeya Şermê” ber bi Hotêla Madimakê ve dimeşin.