4 hefte ne xeber ji girtiyê siyasî nayê girtin 2021-07-02 09:19:23     Medya Uren   MÊRDÎN - Girtiyê siyasî yê nexweş ê bi navê Remzî Çaglim 4 hefte ne xeber jê nayê girtin. Hevjîna Remzî, Sitî Çaglim gumanên xwe parve kir û got demildest me bigihînin wî.   Her ku diçe tecrîda li ser girtiyên siyasî zêde dibe. Bi taybet jî girtiyên nexweş nayên tedawîkirin û mafên wan tên binpêkirin. Remzî Çaglim di girtîgeha Mêrdînê ya tîpa E yê de salek û 7 meh in tê girtin. Ev 4 hefte ne jî xeber ji wî nayê girtin. Malbata girtiyê nexweş ê siyasî Remzî  ji ber gumanên li ser wî xwe gihandin ajansa me û bang li rayedaran kirin.   'Em xeberê jê nagirin'   Hevjîna Remzî, Sitî ev agahî parve kir:" Hevpeyvîna bi telefonê her hefte çêdibû. Lê belê ev 4 hefte ne bi hinceta şewba koronoyê em hevpeyvîna bi telefonê nakin. Şewba koronoyê herî zêde 15 roj berdewam dike, lewra ev dibe mehek. Em li girtîgehê digerin dibêjin 'Remzî ji min û te çêtir e'. Madem ku baş e çima em nikarin hevpeyvînê bikin? Ev 4 hefte ne dilê me dişewite."   'Nexweşiyên giran pê re hene'   Sitiyê da zanîn ku nexweşiyên Remzî hene û wiha berdewam kir: "Beriya Remzî were girtin jî nexweşiyên wî yên giran hebûn. Xwîn diavêt, dilê wî qul bû û nexweşiya wî ya şekir hebû. Jixwe di rewşa asayî de pêwîst e neyê girtin. Di aliyê tedawiyê de jî îdareya girtîgehê nabe alîkar. Em pir ditirsin. Zarokên min ji aciziyê nikarin nan bixwin. Ya ku li me tê kirin zilm e. Em bang li rayedaran û yên ku tiştek ji destên wan were dikin. Bila demildest bibin dengê Remzî. Em ji rewşa wî bi guman in."