Feleknas Uca: Ji bo pêşî li komkujiyê bê girtin tifaq şert e 2021-07-02 09:15:16     Melîke Aydin    ÎZMÎR - Feleknas Uca da zanîn ku ji nûve dixwazin Peymana Lozanê li kurdan ferz bikin û got dibe ku hîn bêtir komkujiyên mezin li hember kurdan pêk bê. Feleknasê banga tifaq û yekitiyê li partiyên siyasî yên kurd kir.   Arteşa Tirk ji 23’yê Nîsanê heta niha li hember Herêma Federal a Kurdistanê operasyonek berfireh dimeşîne. Di çarçoveya vê operasyonê de  Partiya Demokratîk a Kurdistanê (PDK) û Arteşa Tirk êrîşê kampa Mexmûrê kir, di 21’ê hezîranê de jî gundê Qumriyê ya Amediyê bomebaran kirin û di 24’ê hezîranê de jî gundê Mijî û derdora wê bombebaran kirin. Parlamentera HDP’ê ya Êlihê û endama Meclîsa Konseya Ewropa Feleknas Uca derbarê mijarê de axivî û got li hemberî Gelê Kurd ji nûve Peymana Lozanê pêk tê û bnaga yekitiyê û tifaqê li rewşenbîr, hunermend û partiyê siyasî yên kurd kir.   Cara duyem îmzekirina Lozanê   Feleknasê di berdewamiyê de bi lêv kir ku di pêvajoya bi koas a li Herêma Federal a Kurdistanê de, Dewleta Komara Tirkiyeyê dagirkirina xwe roj bi roj zêde kiriye û li gorî parlamenterên Iraqê jî li başûrê Kurdistanê 3 hezar leşkerên Tirk hatine bicihkirin û 77 biryargeh ava kirine. Feleknasê wiha dirêjî dayê: “Ev dagirkirin ne tenê li hemberî Tevgera Azadiya Kurd, li hember başûrê Kurdistanê jî pêk tê. Ya li hemberî Gelê Kurd tê lîstin, lîstika dijmine. Dixwazin Gelê Kurd bînin hember hev. Dixwazin cara duyem li ser Gelê Kurd peymana Lozanê bidin îmzekirin. Divê gel li dijî vê derkeve û qebûl neke.”   'Tifaq pêk neyê wê komkujiyên komî bên jiyîn'   Feleknasê bal kişand ser girîngiya yekitiyê û ev tişt anî ziman: “Yekitiya kurd girîng e. Yekitiya kurd , ji dijminahiya kurd xurtire. Divê Gelê Kurd neyên lîstika dewletê. Bi taybet partiyên kurd, rewşenbîr, akademîsyen divê li dijî vê dagirkirinê serî hildin. Em îro yekitiya xwe xurt nekin, em neyên gel hev wê komkujiyên komî bên serê me. Me Enfal, Halepçe, Kobanê, Şengal, Sûr, Nisêbîn dît. Serêniyê û Efrîn hîna bidawî nebûye, didome.”   ‘Divê ji nûve peyamên tifaq û yekitiyê bên dayîn’   Feleknasê destnîşan kir ku serok dewletê ya Herêma Federal a Kurdistanê Mesut Barzanî li Mexmûrê ziyaretek pêk anibû û di axaftina wî de yekitî û tifaq derketiye pêş û wiha dawî lê anî: “Divê ev peyam ji nûve bên dayîn. Em dixwazin bibin yek, em şer naxwazin. Em dixwazin Gelê Kurd bibe yek. Em dixwazin yekitiya partiyên kurd, Konferansê Yekitiya kurd bibînin. Em dixwazin ku partiyên Başûrê Kurdistanê li dijî dagikirinê bêdeng nemînin û deklere bikin ku şerê biratiyê naxwazin. Divê her kes xwe berpirs bibîne. Roj roja yekitiyê ye. Divê em yekitiya kurdan derxin holê. Ji ber vê yekitî çareseriye, yekitî azadî û Kurdistane.”