Piştî komkujiya Sêwasê 28 sal: Em kujeran nas dikin 2021-07-02 09:06:47     Oznur Deger   ENQERE - Nîlgun Karababa ku di komujiya Sêwasê de xwişka xwe Gulsum Karababa winda kir wiha got: “Em êşa komujiyê wek roja ewil hîs dikin. Em dizanin kê komkujî kir û kujer kîne. Divê dewlet bê alî be. Em baş dizanin kê çi kir. Gotina me tiştekî îfade nake.”   Li Tirkiyeyê heta niha ji ber polîtîkayên pêk tên gelek komkujî pêk hatine û di encamê de gelek kesî jiyana xwe ji dest daye. Dema mirov li dîroka Tirkiyeyê dinêre, komkujiyên wekê ya Gara Enqereyê, ya Pirsûs, ya Dîlok, ya Amedê tenê çend heb ji van e.    2’yê Tîrmeha 1993’an: Komkujiya Sêwasê   Di 2’yê Tîrmeha 199’an de di nav de nîvîskar, hunermend, helbestkar û rojnameger jî hene ji bo tevlî bernameyên Pîr Sultan Abdal bibin li Otela Madimak a Sêwasê rastî êrîşa koma nîjadperest hatin û bi 33 kesî re du xebatkarên otelê hatin qetilkirin û 51 kes jî birîndar xilas bûn.   Gotinên siyasetmedaran   Piştî komkujiyê di serî de muxalîfan gelek kesî bertek nîşanê komkujiyê dan. serokwezîra demî Tansu Çîler û serokomarê demî Suleyman Demîrel jî di nav de gelek siyasetmedarî gotinên ku komujî rewa dikirin bikar anîn. Tansu Çîlerê gotina ‘Şukur gelê me yê derveyê otelê zirar nedîtiye’ bi kar anî û Suleyman Demîrel jî got ‘Bûyer munferît e. Tahrîka giran heye. Di encama vê tahrîkê de gel hatiye galeyanê’ bi karanî. Wezîrê karê hundir yê demî Mehmet Gazîoglu jî Azîz Nesîn hedef nîşan da û got ‘Azîz Nesîn bi tahrîkên xwe gel aniye galeyanê û gel bertek nîşan daye’.   ‘Ne komkujî bûyer’   Şaredarê Sêwasê yê demî û serokê Partiya Saadetê (SP) yê vê demê Temel Kahramanoglu jî piştî salan şûnde daxuyaniyek da û got: “Min wek komkujî bi nav nekir. Ev bûyerek xemgîn e. Li wir bûyerek pêk hat;Perdeyên otelê hatibûn şewitandin, wesayît hatibûn şewitandin. Piştre jî agir belav bû. Mirovên di hundir de jî tişta ku ez fêm nakim pace venekirine û ji ber vê mirine.”   Der barê lêpirsînê de 35 kes hatin binçavkirin. Piştre ev hejmar derket 190’î.  Ji van der barê 124 kesî de doz hat vekirin. Di îdianameya hat amadekirin de, sedema bûyeran wek ‘kesên tevlî bernameyan bûne’ hat nîşandan.Her wiha hebûna Azîz Nesîn jî di nav ‘sedemên amadekariya çalakiyê’ de hat nîşan dan.    85 gumanbarî ceza girt 37 kesî berat kir   Yekemîn runiştina dozê di 21’ê cotmeha 1993’an de li Hejmara Yekemîn a Dadgeha Ewlehiya Dewletê ya Enqereyê (DGM) hat dîtin.  Di 26’ê Kanûna 1994’an de runiştina biryarê hat dîtin. Der barê 22 gumanbaran de 15 sal, der barê 3 gumanbarî de 10 sal der barê 54 gumanbarî de jî 3 sal, der barê 6 gumanbarî de jî 2 sal ceza hat dayîn. Ji bo 37 kesî jî biryara beratê hat dayîn.   Ji nû ve darizandin   Parêzeran gotin biryara DGM’ê li dijî hiqûq û edeletê ye û serî li temyîzê dan. Piştre 9’emîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê got ‘li dijî Cumhuriyet, laîqî û demokrasiyê ye’ û biryara DGM’ê xera kir. Li ser vê li Hejmar Yek a DGM’ê ya Enqereyê ji nû ve darizandin hat destpêkirin.   Cezayên girtîgehê hatin erêkirin yê darvekirinê hat xerakirin   Di 28’ê Mijdara 1997’an de 33 gumanbar rastî cezayê darvekirinê, 14 gumanbar rastî 15 sal ceza hatin. 9’emîn Daîreya Cezaya Dadgeriyê di 24’ê kanûna 1998’an de cezayên hatin dayîn erê kir û cezayên darvekirina ji bo 33 kesî hatibû dayîn xera kir. Di 16’ê Hezîrana 2000’î de 33 gumanbar dîsa rastî darvekirinê hatin. di 2002’an de cezayê darvekirinê ji meriyetê hat rakirin û ceza veguhertin muebeta giran.   Li şûna muzeya şermê, muzeya çandê   Malbata her tim xwestin ku Otela Madimakê bibe ‘muzeya şermê’. Daxwaza malbatan nehat cih û otel di 2011’ê de wek Navenda Çand û Zanistê ji nû ve kirin xizmetê. Dosyaya der barê gumanbarên fîrarî de jî birin Dadgeha Destura Bingehîn û dosya di 13’ê Adara 2012’an de ket ber demboriyê. Malbatên ku zarokên xwe winda kirin di 2014’an de serî li DDB’ê dan. 7 sal şûnde di 28’ê Hezîranê de daxwaza hevdîtinê red kir û got dikare piştre hevdîtin bê kirin.   ‘Êş tu car naqedin’   Yek ji kesên jiyana xwe ji dest dabû Gulsum Karababa bû. Xwişka wê Nîlgun Karaba di 29’emîn salvegera komkujiyê de ji ajansa me re axivî.   Nîlgunê daxuyakirin ku ne tenê xwişka xwe gelek nasên xwe winda kiriye û wiha got: “29 sal qet ne hêsan bû. Piştî Gulsumê bavê me jiyana xwe ji dset da. Me demên pir nebaş jiyan. Ew êş hîna dilê me de ye. Tu car ew êş naqede. Em hewl didin tora têkoşînê bimeşînin. Aliyê hiqûqî heye, hîna dadgehên didomin hene. Doza mezin jî ket ber demboriyê.”   ‘Dewletê daxuyaniyek neda’   Nîlgunê wiha dirêjî dayê: “Em her tiştî wek roja ewil bi bîr tînin. Piştî Madimaqê gelek komkujî pêk hatin. Gelek krd hatin kuşyin. Em li welatekî ku sibehê rabin nizanin bi çi re tên rû hev, dijîn. 8 saetan bifikirin. Bi organîzasyonekê tê kirin. 8 saetan di bin çavderiya dewletê de mirov tên qetilirin. Dewletê ji bo vê tu tiştek negot, daxuyaniyek neda. Me pêngaveke poşmanî, xemginiyê nedît.  29 salan bi têkoşînek mezin derbas bû. Kezeba me her tim şewitî.  Komkujiyê em ji kurahî hejandin. Jiyan bi awayekî didome, lê jiyana me her tim qutbûyî didome.”   ‘Hatin xelatkirin’   Nîlgunê di dawiya axaftina xwe de bi lêv kir ku parêzerên gumanbaran hatine terfîkirin û got hinek di DDB’ê de hinek bûne wezîr û wiha dawî lê anî: “Parêzer hatin xelatkirin. Gotin ‘Hun bikin em li pişt we ne. Hun netirsin, em ê we bînin merciyên pêwist.’Peyamek dan civakê. Em dizanin kê kir, em kujeran nas dikin. Divê dewlet bê alî be. Hîna duh li hember HDP’ê êrîş pêk hat. Wek Sêwasê, komkujiyeke ku hatibû organîzekirinê bû. Kujer bi rehetî dikeve avahiyê. Bi saetan li wir dimîne.  Li wir polîs hene. Lê bûyerê ji nedîtîve tê û rewa dike.”