Piştî ducanî ma tecawiza lê hat kirin derket holê 2021-07-02 09:05:50     Rojda Aydin    SÊRT - Li navenda Sêrtê zarokeka 6 salan bi tecawiza zirbavê xwe re rûbirû ma, piştî ku rakirin nexweşxaneyê û zarok ji ber çû bûyer aşkera bû. Derbarê tecawizkar de îdianame hat amadekirin.   Li navenda Sêrtê derket holê ku zaroka 17 salî 6 salan bi tecawizê re rûbirû maye. Zarok ji hêla zirbavê xwe Levent Zerdalî ve bi tecawizê re rûbirû maye. Di 28’ê nîsanê de ji ber ku nexweşbû çû nexweşxaneyê û li vir derket holê ku zarok ducanî ye. Hat diyarkirin ku zarok ji ber çûye û peywirdarên nexweşxanê agahî didin polîsan. Polîs îfadeya zarokê digirin û bûyera tecawizê derdikeve holê.    Piştî îfadeyê, tecawizkar hat binçavkirin. Tecawizkar di îfadeyê de rewşa heyî înkar kir. Her wiha li dadgehê jî îdia kir ku têkiliya wan têkiliya bav û keç e. Her wiha di îfadeya xwe de diyar kir dema alkol digire nizane çi dike. Bi wan gotinan parastina xwe kir.    Derbarê tecawizkar de bi hinceta ji sûcên ‘Êrişa zayendî ya li hemberî zarokan' îdianame hat amadekirin. Piştî bûyer derket holê zarok ligel pedagogê îfade da. Li gorî îfadeyê, hêj di 8 saliya xwe de bi taciza fîzîkî re rûbirû maye û di 11 saliya xwe de jî bi tecawizê rûbirû maye.    Yekemîn rûniştina dozê dê di 29’ê tîrmeha 2021’ê de li Yekemîn Dadgeha Cezaya Giran a Sêrtê bê dîtin.