ROJEVA 2'YÊ TÎRMEHA 2021'Ê 2021-07-02 09:00:00     *Jinên li gundê Mêrdînê karê çandinî, cotkarî û sewalkariyê dikin bal kişandin ser zehmetiyên ku dibînin û wiha gotin:"Karên li gundan her tim zor e. Lê belê qeyrana aboriyê bandor li me kir û rewş zehmetir bû. Em ji berbanga sibehê heta mexrebê vî karî dikin. Zehmet e lê belê em bi piştevaniya di navbera xwe de kêfxweş dibin." DÎMEN HEYE   *Aysel Gultekîn a ku karê çandiniyê dike bi makîneya wênekeşê jî xweşîkiya 4 demsalan dikêşîne. Aysel, diyar kir ku ligel zor û zehmetiyan li ser piyan mayîn girîng e û got: "Xwepêşxistina jinê ligel zor zehmetiyan girîng e û lê divê jin li ber xwe bidin." BI DÎMEN    *Li navenda Sêrtê zarokek 6 salan bi tecawiza zirbavê ve rûbirû ma. Piştî ku zarok ji ber çû bûyera tecawizê derket holê. Derbarê tecawizkar de îdianame hat amadekirin.   *Ji zarokatiya xwe de em li gorî baweriyên malbatî û civakî cejnên olî yên cur bi cur pîroz dikin. Gelek caran em der barê wateya kevneşopiya cejn û kokên wê de zêde nafikirin. Em bi çar çavan li bende sezona cejna ne û nokteya esas jî bi giştî bi malbat û hevalan re hatina gel hev e, ji bo hev pêşkêşkirina diyariyan û ziyaret in. Ligel vê divê rîtuelên şahiyên olên yekxweda ji nêz ve bê lêkolînkirin û bi taybet gelek şopên çandên Dayika Xwedawend derdixe holê. JI NÎQAŞÊN JINEOLOJIYÊ    *Nîlgun Karababa ku di komkujiya Sêwasê de xwişka xwe Gulsum Karababa winda kir wiha got: “Em êşa komujiyê wek roja ewil hîs dikin. Em dizanin kê komkujî kir û kujer kîne. Divê dewlet bê alî be. Em baş dizanin kê çi kir. Gotina me tiştekî îfade nake.” BI DÎMEN    *Feleknas Uca da zanîn ku ji nûve dixwazin Peymana Lozanê li kurdan ferz bikin û got dibe ku hîn bêtir komkujiyên mezin li hember kurdan pêk bê. Feleknasê banga tifaq û yekitiyê li partiyên siyasî yên kurd kir. BI DÎMEN    *Girtiyê siyasî yê nexweş ê bi navê Remzî Çaglim 4 hefte ne xeber jê nayê girtin. Hevjîna Remzî, Sitî Çaglim gumanên xwe parve kir û got demildest me bigihînin wî. BI DÎMEN