'Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin' 2021-07-01 16:19:27   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên ku li dijî betalkirina Peyman rabûna ji meriyetê ya Peymana Stenbolê daketin kolanan careke din gotin em dev ji Peymana Stenbolê bernadin.    Di 20'ê adarê de Peymana Stenbolê bi biryara Serokkokarê hatibû betalkirin. Li gorî biryara ku di Rojnameya Fermî de hat weşandin; peyman di 1'ê tîrmeha 2021'î ji meriyetê rabû. Rêxistinên jinan ji roja destpêkê ve heta îro di nav çalakiyan de bûn.    Li Mersînê jin bertek nîşan da    Navenda Jinan a Baroya Mersînê, derketina ji Peymana Stenbolê  bi daxuyaniyekê şermezar kir. Daxuyanî li baroyê hat dayîn û metna daxuyaniyê hatibû amadekirin Seroka Navendê Şîrîn Guner xwend. Guner, diyar kir ku derketine ji peymanê ya ji aliyê serokkomar ve li dijî hiqûqa navxweyî û navneteweyî ye û ew li dijî derketina ji peymanê ne. Şîrîn, got ku ew ê têkoşîna xwe ya ji bo vekişandina îmzeya derketina ji peymanê bidomînin.     Li Wan, Riha û Êlihê betalkirin hat şermezarkirin    Komîsyona Mafê Jinan a Wanê, derbarê vekişandina ji peymanê li ber Edliyeya Wanê daxuyanî dan. Di daxuyaniyê de pankarta "Em biryara vekişandina ji Peymana Stenbolê nas nakin" hat vekirin. Serokê Baroya Wanê Zulkuf Ûçar û endamên komîsyonê tevlî daxuyaniyê bûn û Sekretera Komîsyonê Parêzer Şeyma Şen, daxuyaniya hatibû amadekirin xwend. Şen, diyar kir ku vekişandina ji peymanê nenaskirina vîna jinan e.     Navenda Jinan a Baroya Êlihê, li ber avahiya baroyê daxuyanî da çapameniyê vekişandina ji peymanê şermezar kir. Bi heman armancê, Platforma Jinan a Rihayê û Egîtîm-Sen daxuyaniyek dan çapemeniyê û diyar kirin ku biryara ku hatiye dayîn nasnakin, dê têkoşîna xwe bidomînin.    Li Îzmîrê peyama domandina têkoşînê hat dayîn    Parêzerên Baro û Komîsyona Mafên Jinan a Baroya Îzmîrê bi heman armance li ber Edliya Îzmîrê kom bûn û daxuyaniyek dan çapemeniyê û pankarta "Em dev jî Peymana Stenbolê bernadin" vekirin. Di daxuyaniyê de hat diyar kirin ku ji bo carekdin peyman bikeve meriyetê dê têkoşîna xwe bidomînin.    HDP pirsname da parlamentoyê    Parlamentera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Meral Daniş Beştaş û Ayşe Surucu jî derbarê betalkirina Peymana Stenbolê de pirsnameyek da serokê parlamentoyê. Di pirsnameyê de parlamenter fikarên xwe yên derbarê betalkirina peymanê de anîn ziman. Parlamenterên jin destnîşan kirin ku li dijî êrişên destkeftiyên jinan divê erkdar wezîfeyên xwe pêk bînin.