Mizgîn a ku 30 gardiyanî lê da: Dikare her tişt bê serê min 2021-07-01 13:27:35     Hîkmet Tunç   AGIRÎ - Mizgîn Kayitbey a li Girtîgeha Tîpa L a Panosê dimîne ku dixwazin wê li qawîşa ku av û ceryan lê tune ye bi cih bikin, 30 gardiyanî lê daye. Mizgîn telefonê malbata xwe kir û got, "Rewşa min di nav erêna de ye. Dikare her tişt bê serê min. Ji bo her tiştî amade bin."   Girtîgeha Tîpa L a Panosê roj namîne ku bi îşkenceya lê  têkirin nakeve. Li heman girtîgehê di 23'yê Hezîranê de gardiyanan bi ser qawîşa jinan de girtibûn û 30 gardiyanî li 4 jinên ku xwestin wan asteng bikin dan. Ji jinên ku lêdan li wan hat kirin Mizgîn Kayitbey, bi rêya telefonê tundiya li wan hat kirin vegot.  Malbatê piştî ku bûyer bihîst destpêkê serî li Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Stenbolê da û piştre jî serlî li ÎHD'a Agiriyê da.    'Emê serî li hemû rêyên hiqûqî bidin'   Serokê ÎHD'a Agiriyê Parêzer Vural Kaya, diyar kir ku di hevdîtina li girtîgehê bi mizgînê re kiriye têgihîştiye ku Mizgînê lêdan xwariye. Vural anî ziman ku destê rastê yê Mizgînê girêdayî bûye û got ku hevdîtina bi Mizgînê re kiriye wek rapor amade kiriye û wê pêvajoya hiqûqî bidin destpêkirin.    'Ji ber ku nexestiye biçe qawîşeke xirabtir lêdan xwariye'   Xuşka Mizgînê Evîn Kayitbey, diyar kir ku xuşka wê rewşa ku jiyaye bi telefonê bi wan re parve kiriye û got ku Mizgîn aniye ziman wê wan bişînin qawîşeke xirabtir û wiha berdewam kir, "Qawîşa ku xestine bibinê ne av û ne jî ceryan lê heye. Lê cihê ku lê ne jî nebaş e. Xuşka min got, 'qawîşa em lê ne jî ji ber ava wê ya qirêj em her roj nexweş dikevin û mecbûr dimînin ku em biçin nexweşxanê û bên.  Lê derbaskirina qawîşeke xiraptir jî ne çareserî ye.' Ji ber ku xuşka min û hevalên xwe bertek nîşanî vê dane gardiyanan li wan daye."   'Nêzî 30 gardiyanî li min da'   Evînê roja bûyerê ku Mizgînê ji wan re bahsa wê kir wiha vegot, "Gardiyanan gazî  min kir û gotine ku mudurê girtîgehê gazî te dike. Lê piştî ku wê derdixin derve herî kêm 30 gardiyan li dara wê dicivin û lêdin û herî dawî xwe di nava xwînê de dîtiye.  Xuşka min got, 'hîna jî laşê min diêşe. Carekê jî min dengek bihîst ku ew jî yê Zozan bû' û got ku piştî wê tu tişt nayê bîra wê."    'Dibe ku her tişt bê serê min'   Evînê anî ziman ku xuşka wê gotiye, "Wê demê tenê êşa min hebû. Hişê min li serê min bû." û anî ziman ku xuşka wê gotiye ew bi her cureyê tundiyê re rûbirû maye û gotina dawî ya ku xwuşka wê jê re gotiye wiha anî ziman, "Rewşa min di nav herê na de ye. Dibe ku her tişt bê serê min. Ji bo her tiştî amade bin."   Banga hestiyariyê hat kirin   Evînê herî dawî bang li saziyên rayedar kir ku bikevin tevgerê û wiha dawî li axaftina xwe anî, "Xuşka min di 2018'an de li bejahiya Tetwana Bedlîsê hat girtin.  2 salan derbarê wê de doz nehat vekirin. Di vê demê de li Girtîgeha Bedlîsê bû. Lê di demên dawîn de li girtîgeha xuşka min lê ye ya Panosê her roj îşkence li girtiyan tê kirin. Xuşka min 5 sal e di girtîgehê de ye. Jê re cezayê heta heta yê û li gel vî cezayî jî 27 sal cezayê din ê girtîgehê tê xestin .Dosyaya wê jî niha li Stenbolê ye .Dê di Îlonê de daneşîna doza wê ya biryarê bê dîtin. Me ji bo xuşka min li saziyên têkildar serlêdan kir. Ez daxwaz dikim ku ev sazî jî erka xwe pêk bînin û hestiyar tevbigerin."