Di şewata daristanê de gundiyan zirarek mezin dîtin 2021-07-01 09:06:43     Medya Uren   MÊRDÎN - Sultan Gok û Cîhan Okmen ên rezên wan şewitîne berteka xwe nîşan dan û wiha gotin:"Debara me, keda me ya çend salan ber avê de çû. Gelek ajal jî qetil bûn. Wê hesabê vê yekê kî yê bide?"   Agirê bi Gundê Biertê yê Mehsertê ket li çar gundên din ên bi navê Mercê, Metîna, Kurka Jor û Kurka Jêr belav bû û bi hezaran donim daristan û rez şewitîn. Agir di 29’ê Hezîranê de di saet 9.00’an de dest pê kir û heta duh şev jî berdewam dikir. Şêniyên van gundan  û gundên cîran bi derfetên xwe hewl dan agir vemirînin. Jinên ku rezên wan şewitîne ji ajansa me re axivîn û gotin dikaribû zûtir mudaxale bihata kirin.    'Em hem wekî madî hem jî derûnî zirarê dibînin'   Sultan Gok di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser dubarebûyina şewitandina daristanan û wiha got:"Her carê em bi agirên wisa re rû bi rû dimînin. Em dizanin ku li van çolan kes tune ye. Leşker û cerdevan hene. Ji derveyî wan kes nayê van aliyan. Em her carê zirarên mezin dibînin. Ev ne tenê zirarên madî ne zirarên derûnî ne jî. Şeva din zarokên min raneketin. Agir nêz bû û wan digot dê bi me bikeve. Em ne şahid in ka kê pêxistiye lê Xwedê ji yên ku agir pêxistine re nehêle."   'Dereng mudaxeleyî agir kirin'   Sultanê di berdewamiya axaftina xwe de diyar kir erdê wan şewitiye û wiha got:"10 donim erdê min şewitî. Debara me hemû li ser wî erdî bû, ew erd jî şewitî. Niha em çi bikin? Ev gundiyên xizan çi bikin? Niha ji bo vemirandina agir me di cih de xeber da berpirsyaran. Piştî xebera me 2 saetan şûnde hatin û hîna tam agir venemiradibûn qad terk kirin. Dikarin zûtir vemirînin. Di bûyerên wisa de pêwîst e hestiyar nêz bibin."   'Bi sedan can li wir qetil bûn'   Sultanê herî dawî qala ajalê ku di agir de mirine kir û giriya. Sultanê di ber giriyê xwe re ev tişt got:"Bi sedan can li wir qetil bûn. Qetlê wan di stûyê kesên agir pêxistiye de ye. Me bi sedan kîso, kîvroşk û kewên ku şewitîne dît. Gelek ji wan nîvê wan şewitî û birîndar mabûn. Vê yekê dilê me êşand. Hêvîdar im ku yên bûne sebeb van gotinan bibihîse."   'Di destên me de tiştek nema'   Cîhan Okmen jî bal kişand ser zirara ku dîtine û wiha got:"Bi qasî hezar û nîv donim zêdetir erd şewitî. Ger ne ji me gundiyan ba ev ê zêdetir mezin biba. Me dest bi dest vemirand. Bi qasî 700 hezarî zêdetir darên mêwan şewitî. Ev gundiyên ku rezên wan şewitîne wê îsal perîşan bibin. Jixwe îsal ji ber baran kêm bû berhem jî kêm bû. Vê carê yên şîn bûne jî şewitîn. Ez xwe bêjim, erdê min mêw bû û hemû mêwên min şewitîn. Min mêwe dikir dims, dikir bastîq û mewîj. Min bi vî rengî debara xwe kir. Lê belê niha destên min vala bû."   'Keda me ya çend salan di carekê de bû xwelî'   Cîhanê herî dawî ev gotin anî ziman:"Bi sedan ajal di wir de şewitîn û mirin. Ango sewalên me jî birçî man. Me bi wê giyayê wan têr dikir. Niha ew jî ji destên me derket. Vêya bandoreke mezin li ser me kir. Em welatiyên xizan in. Belkî ji wan re şewat ne girîng be. Lê li gel me xwezaya me tune dibe. Keda me ya çend salan di carekê de bû xwelî. Ev pir bandorê li ser me dike. Hêvîdar im ku ji vê rewşê re çareseriyek were dîtin. Em têra vemirandinê nakin."