Jinan li Amedê li dijî betalkirina Peymana Stenbolê xwestin bimeşin 2021-06-30 19:48:20   AMED - Platforma Jinan a Dîcle Amedê li dijî biryara betalkirina Peymana Stenbolê xwestin bimeşin. Lê meş ji hêla polîsan ve hat astengkirin. Jinan bi dirûşma "Em dev ji Peymana Stenbolê bernadin"  bertek nîşan dan.   Di 1'ê tîrmehê ango sibê wê Peymana Stenbolê ji meriyetê bê rakirin. Li dijî vê li seranserê bajarên Tirkiyeyê û heremê jinan çalakî û bernameyên protestoyî li dar xistin.    Li Amedê jî Platforma Jinan a Dîcle Amedê li Parka Rojava ya navçeya Peyasê xwestin li dijî betalkirinê meşek li dar bixin. Beriya daxuyaniyê Parka Rojavayê ji hêla polîsan ve hat dorpêçkirin. Gelek jin bi dirûşma "Peymana Stenbolê dide jiyîn" li hev civiyan.    Parlamenterên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ên Amedê Remziye Tosun û Dêrsim Dag beşdarî çalakiyê bûn.   Jinan dovîzên wekî; "Ji peymana Stenbolê netirsin", "Denîz Poyraz raperîna me ye", "Em dev ji mafên xwe bernadin" û "Peymana Stenbolê bixin meriyetê" rakirin.    Demek dirêj di navbera polîs û jinan de muzakere berdewam kirin. Di encama nîqaşan de ji meşê re destûr nehat dayîn. Jinan li dijî vê bi dirûşmeyên wekî; "Biryarê vekişîne, peymanê pêk bîne", "Em bêdeng nabin, natirsin û îteatê nakin” “Tu yê tu carî tenê nemeşî" , "Bijî berxwedana jinan" û "Elmali rûreşiya edaletê ye"  bertek nîşanî astengiyan dan.    Jinan bi pankarta "Peymana Stenbolê ya me ye, em dev jê bernadin" wergirtin û xwestin bimeşin. Lê polîsan bi barîkatan pêşiya jinan girt û girse dorpêç kir. Jinan li dijî astengiya polîsan dest bi çalakiya rûniştinê kirin. Demek dirêj çalakî bi dirûşmeyan berdewam kir.   Di dawiyê de jinan çalakiya xwe re bi dawî anîn û xwestin belav bibin. Lê ji ber dorpêça polîsan di navbera jinan û polîsan demek dirêj rageşî derket. Herî dawî jî jinan bi dirûşma "Jin jiyan azadî" belav bûn.