Malbata Gulistanê dê bimeşin Orduyê 2021-06-30 17:01:39   DÊRSIM - Xwişka Gulistana Doku ku 542 roj in winda ye Aygul Doku, diyar kir ku wê bimeşin bajarê Orduyê ku Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel niha li wir walî ye.    Li Dêrsîmê ji 5'ê çileya 2020'an ve agahî ji xwendekara Zanîngeha Mûnzûrê Gulistana Doku nayê girtin. Rexmî ku di ser windabûna Gulîstanê re 542 roj derbas bûne jî di lêpirsîna ku ji aliyê Serdozgeriya Komarê ya Dêrsimê ve hatibû destpêkirin de tu pêşveçûn çênebû. Dema ku lêpirsîna derbarê windabûna Gulistan de berdewam dikir, zirbavê gumanbarê serekê Zeynal Abarakov, Engîn Yucel mala xwe ji Dêrsîmê bar kir. Ji ber ku lêpirsîn temam nebûbû û li mala wan lêkolîna krîmînal nehatibû kirin, xwişka Gulistanê  Aygul Dokû bûbû asteng ku mal bê barkirin.    Di 22'yê mijdara 2020'an de Engîn Yucel, bi hinceta ku Aygul Doku xesar daye mala wî derbarê Aygul de doza tazmînatê vekir. Wê sibê danişîna vê dozê li Edliyeya Dêrsimê bê bîtin. Piştî danişînê wê malbata Gulîstan Doku ber bi bajarê Ordûyê ku Waliyê Dêrsimê yê berê Tuncay Sonel niha li wir walî ye ve dest bi meşê bike.    Aygul Doku, li ser hesabên xwe yên medya civakî, derbarê mijarê de daxuyaniyek da û got: "Tuncay Sonel, ji me re got ku Gulistan Doku întihar nekiriye û di avê de ye wê cenazeyê wê bide me. Ji ber ku me got li mala Engîn Yucel lêkolîna krîmînal nehatiye kirin me dan dadgehê. Roja pênçşemê em ê ji Edliyeya Dêrsimê ber bi Walîtiya Orduyê ve bimeşin. Bila keça me bidin me. Serokkomar jî got ku wê Zeynal Abarakov û malbata wî bên darizandin lê bêdengî nehat xerakirin. Me li ser vê pirsê gelek êş kişandin. Ji bo ku em bibêjin bila faîl bên darizandin ez û malbata xwe em ê bimeşin Orduyê."