Ji bo jinên ciwan Wargeha Jineolojiyê 2021-06-30 16:07:53     NAVENDA NÛÇEYAN - Ji hêla Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşêr li Dukanê Wargeha Jineolojiyê hat vekirin. 19 jin tevlî wargehê bûn.    Cara dûyem ji bo jinên ciwan ji hêla Rêxistina Jinên Ciwan ên Têkoşer Wargeha Jineolojî li seyrangeha Dukana Silêmaniyê hat avakirin. 19 ciwan tevlî wargehê bûn û bername 3 rojan dom kir.   Di roja yekem de jinên ciwan derbarê zanista jineolojî de agahî wergirtin. Jinên ciwan di roja xwe ya dûyem de jî li ser hevjiyana azad guftugo kirin û li cihên dîrokî geriyan. Di roja sêyem de jî jinên ciwan li ser azadiyê perwerde dîtin û piştî nîvro jî çûn melevaniyê.