Li pênc gundên Mehsertê şewat: Daristan û rez şewitîn 2021-06-30 15:57:53   MÊRDÎN - Li gundên Mehsertê, Kurika Jêr, Kurika Jor, Metîna, Mercê û Biertê daristan û rezên gundiyan şewitîn.   Li Mehsertê şewata ku derket li pênc gundan belav bû. Li gundên Biertê, Mercê, Metîna, Kurka Jêr û Kurka Jor bi hezaran donim daristan û rez şwitîn. Şêniyên van gundan û gundên cîran bi derfetên xwe hewl dan agir vemirînin. Gundiyan ban li Wezîrê Daristanê yê Mêrdînê jî kirine.   Lê li gorî agahiyên me ji gundiyan girtine  komên ku ji bajêr ji bo vemirandina agir hatine zêde ji bo vemirandinê mijûl nebûne û bêyî ku agir bi temamî vemire ji qadê vegeriyan e.  Herwiha gundiyekî ku nexwest navê xwe bide ragihand ku li gundê Bierdê di encama operesyoneke leşkerî de agir bi gund ketiye û ji Bierdê belavî gundên din buye.   Li gorî agahiyên ku hatin bidestxistin li dora hezar û 500 donim erd şewitî ye û ji 700 zêdetir darên mêwan şewitîne. Li gel zerara malî ya welatiyan gelek lawir jî telf bûne.