MED-DER ji bo zarokan dê li gundan şahiyan li dar bixe 2021-06-30 15:51:20     AMED - MED-DER li gundên navçeyên Amedê ji bo pêşxistina zimanê kurdî û pêşî lê girtina asîmîlasyona li ser kurdî wê şahiyên zarokan li dar bixe.    Komeleya Lêkolînê ya Ziman û Çandên Mezopotamyayê (MED-DER) ya li Amedê xebatên ziman bi rê ve dibe, berê xwe dide gundan û ji bo zarokan şahiyan li dar dixe. MED-DER derbarê armanca vê bernameya gundan de peyamek da û bernameya xwe eşkere kir.    MED-DER destnîşan kir ku ew ê bi piştgiriya saziyên çand û hunerê li gundan şahiyên zarokan li dar bixin û got: “Armanca xebata me bal kişandina ser zimanê kurdî ye. Em dixwazin li gundan, li taxan zarokan fêrî zimanê kurdî bikin. Xebata me dê li çar gundên navçeyên Çinar, Gêl, Bismil û Farqînê bê kirin.”    Bernameya MED-DER’ê wiha ye:   * Di 1’ê tîrmehê de li Çinarê   * Di 3’yê tîrmehê de li Gêlê   * Di 4’ê tîrmehê de li Bismilê   MED-DER dibêje bernameya li navçeya Farqînê jî hîn ne zelal e, dema zelal bibe dê eşkere bikin."