Zîlan li Rûsyayê hat bibîranîn 2021-06-30 14:01:31   NAVENDA NÛÇEYAN - Jinên kurd ên li herêma Stavrapolê ya Rûsyayê, Zeynep Kinaci bi daxuyaniyekê bi bîr anîn.   Zeynep Kinaci, ku 30'ê hezîrana 1996'an li Dêrsimê çalakiya fedayî kir, li bajarê Stravrapol ê Rûsyayê ji aliyê jinên kurd ve hate bîranîn. Endama Meclîsa Jinê ya herêma Stavrapolê Hace Amoyeva daxuyanî da.   Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: "Xeta fedayî ya Zîlan li çar parçeyên Kurdistanê belav bûye. Hevala Zîlan bi vê çalakiya xwe bersiv da komplogeran û tirs berda nava dilê dijminên Kurdan. Heta azadiyê wê li ser xeta fedayî ya Zîlan bin. Zîlan bi jiyana xwe rêya şoreşgerên kurd ronî kiriye û di serî de jin û ciwanên kurd Zîlan ji bo tevahiya kurdan bûye çavkaniya fedayîtiyê.   Jinên kurd pêşengiyê ji Tevgera Azadiyê ya Kurdistanê re dikin, heta niha bi hezaran jinên kurd li ser xeta fedayî ya Zîlan bi lehengî şehîd bûn. Niha jî li çar aliyên Kurdistanê milîtanên Têkoşîna Azadiyê ya kurd li dijî dijminan bi rengekî fedayî têdikoşin. Em ê şopdarê xeta Zîlan bin û li dijî her cûre êrişan bi ruhê fedayî bersivê bidin."