Li Silopiyê pankarta 'Peymana Stenbolê dide jiyîn' hat daliqandin 2021-06-29 13:51:00     ŞIRNEX -  Aktivîstên TJA'yê pankarta "Peymana Stenbolê dide jiyîn" bi pira rêwiyan  a li Silopiyê  daliqandin.    Li navçeya Silopiyê Şirnexê aktivîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) pankarta "Peymana Stenbolê dide jiyîn" bi pira rêwiyan a li sûkê ve daliqandin. Jinan bi daliqandina pankartê ji bo biryara feshkirina peymanê were betalkirin, bertek nîşan dan.